Nobetdarên vê hefteyê yên ‘Nobeta Azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, ciwanên ji Parîsê ne. Ciwanên Kurd banga ‘Xwedî li Rêberê xwe derkevin’ kir.

Çalakiya ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li bajarê Fransayê Strasboûrgêdewam dike, di hefteya 324’an de ye.

Nobet hefteya bihurî ji aliyê siyasetvan û welatparêzên Kurd ên ji paytexta Fransa Parîsê ve hat girtin. Vê hefteyê jî ciwanên Kurd ên ji Parîsê çalakî dewr girt. Çalakgerên vê hefteyê Pelda Arşîmet, Menderes Yildirim û Mahsûn Çelîk in.

Pelda Arşîmet îşaret bi girîngiya tevlîbûna “Nobeta azadî ji Ocalan re” kir û diyar kir ku rojeva wan a sereke azadiya Ocalan e û got, “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bixînin.”

Li ser navê koma ciwanan a ji Parîsê, daxuyaniyeke hevpar hate dayîn û bang li saziyên pêwendîdar ên li Ewrûpayê hat kirin. Ciwanan got, sebra Kurdan êdî nemaye ku xwe li tecrîdê ragirin û bang kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd bi lezgînî were lêkolîn.

Çalakgeran bang li ciwanên Kurd jî kir ku ji bo azadiya Ocalan bi ruhê serdemê beşdarî çalakiyan bibin.

 

ANF/STRASBOÛRG

 
 

Ciwanan îtaet nekir

 

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Ewrûpayê dewam dikin.

Ciwanên Kurd ên li eyaleta Tîrol a Awusturyayê, li bajarê Innsbruckê çalakiyeke îtaetnekirina sivîl kir.

Çalakî li ber Goldenen Dach a li navenda bajêr pêk hat, belavok hatin belavkirin û dowîz-pankart hatin hilgirtin.

 

INNSBRUCK