
Derhênerê ji Kosta Rîkayê Luis Miranda, tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û got, “Ez dixwazim nihêrînên wî û Şoreşa Rojava bi rêya filmekê nîşanî Ewrûpiyan bidim.”
Li gorî nûçeya Alî Guler a di ANF´ê de derçûyî, Luis Miranda yê berê belgefilma bi navê “Ocalan û meseleya Kurd“ amade kiribû, gotiye, nabe lîderekî çil milyon mirovî di nava van şert û mercan de bê girtin. Derhêner Luis Miranda pêr çû serdana Kurdistaniyên li ber avahiyên CPT û Konseya Ewrûpayê çalakiya rûniştinê dikin. Derhêner Miranda got, “Ez heyranekî mezin ê Abdullah Ocalan im” û banga dawîanîna li tecrîdê kir.
Tecrîd ne ya qebûlkirinê ye
Miranda destnîşan kir ku şert û mercên Abdullah Ocalan di nav de, cihê metirsiyê ne û wiha dewam kir: “Rewşa ku niha tê de ye, cihê tirs û fikaran e. Nabe ku ev pêkanîn ji girtiyekî siyasî, bi taybetî lîderê gelekî ji 40 milyonî re rewa bê dîtin. Tecrîd ne ya qebûlkirinê ye.”
Miranda bêdengî û xemsariya siyasetvanên Ewrûpî ji ber berjewendiyên aboriyê weke rewşeke xemgîniyê bi nav kir û got, “Divê Ewrûpa bikeve nava liv û tevgerê û xwedî li pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî derkeve.”
Filma Şoreşa Rojava
Derhêner Luis Miranda diyar kir ku projeyeke wî ya çêkirina filmekê li ser têkoşîna Kurdan û Şoreşa Rojava heye û got, “Zehmet e ku mirov filmçêkerên kanalên mezin ên televîzyonan ji bo çêkirina tiştekî li ser Kurdan îqna bike. Belgefilma ku min li ser Ocalan û Kurdan amade kir, yekane fîlm e ku li ser vê mijarê li Ewrûpayê hatiye nîşandan. Dixwazim vê yekê bidomînim, lê bi rastî jî ev zehmet xuya dike. Dixwazim şoreşa li Rojava bi taybetî bi Ewrûpiyên ku Ocalan û Kurdan nas nakin, bidim naskirin. Bi saya vê filmê wê hem nêrînên Ocalan nas bikin, hem jî tevgera Kurdan. Niha senaryoyê dinivîsînim.”