STENBOL: TUAD'ê biryara hemû sêşeman li dijî tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêktê û astengkirina parêzeran daxuyaniyê bidin çapemeniyê girtibûn. TUAD'ê di çarçoveya biryara girtin de li Qada Galatasarayê hatin cem hev û çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de pankata "Tecrîd na azadî şer na muzakere" hate vekirin. Li ser navê komê Serokê Şasxa TUAD'ê ya Stenbolê Mahmut Taşdan daxuyanî xwend û diyar kir ku keda Ocalan a çareseriyê ji bo hemû pirsgirêk bi awayekî demokratîk pêkbên û li welatekî wekhev de bi hev re bijîn e.
EDENE: Şaxa TUHAD'ê ya Edeneyê ji bi heman armancê li taxa Denîzlî ya Seyhanê ya Edene li ber nûnertiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komê Rêveberê TUHAD'ê Mehmet Erdogan daxuyanî xwend û diyar kir ku li Îmraliyê zagonên taybet tên bikaranîn û wiha got: "Di serî de Girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehên din polîtîkayên tecrîdê tên meşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Dayikan dest bi gireva birçîbûnê kir
Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û dawî li operasyonên siyasî û leşkerî bên, ji bo 3 rojan çalakiya gireva birçunê da. Dayikan diyar kir ku tenê reya çareseriyê diyaloga bi Ocalan re ye. Endamên Înisiyatifê li konê dakiyan ê li taxa Seyit Fehmi Arvasî bi civîna çapemeniyê dest bi çalakiyê kirin. Dayikan, diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin ji bo 3 rojan dest bi gireva birçûbûnê dikin. Li ser navê dayikan Kevê Işik, diyar kir ku 180 rojin parêzer û malbata Ocalan nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevdîtnê pêk bînin. Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê ku 3 roj berê ji bo astengkirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kiribûn, dawî li çalakiyê anîn.
WAN