
Kurd wê bi rêya van nameyan ji saziyên navneteweyî bixwazin, heyetekê bişînin Îmraliyê. Kurdên ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûn, dixwazin malbat û parêzer derhal biçin Îmraliyê. Bi vê armancê li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat çalakî tên lidarxistin. Saziyên Kurdan ên dest bi kampanyayan kirine, dixwazin der barê rewşa Ocalan agahî de agahî ji wan re bê dayîn.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ku bi sedan komele û saziyên wê hene û li Ewropayê organîzasyona herî mezin a Kurdan e, ji bo heyetek biçe Îmraliyê dest bi seferberiyê kir. Di vê çarçoveyê de wê ji CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re name werin şandin. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku nameyan ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re bişînin.
‘Ocalan xeta me ya sor e’
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç da xuyakirin, ku ew agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan nagirin û got, “Divê Kurd ji îro û pê ve dakevin qadan û qiyametê rakin. Ji ber ku Ocalan xeta me ya sor e. Divê em bi xemsarî tevnegerin. Ev yek wê me ber bi şaşîtiyeke dîrokî ve bibe. Lewma divê navendên me yên civakî bi rengekî girseyî rabin ser piyan. Wekî din ji bo xebatên dîplomatîk dosya hatin amadekirin. Pêwîste navendên me van dosyayan bidin partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajarên xwe. Her wiha ji CPT, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bixwazin ku heyeteke serbixwe bişînin Îmraliyê û bikin ku malbat karibe hevdîtinê bike.”
‘Em bi deh hezaran nameyan bişînin’
Koç da zanîn, ew ê li gelemperiya Ewropayê nameyan ji CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re bişînin û wiha dewam kir: “Di nava vê dosyayê de nameyek ji bo CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî heye. Divê Kurd li bajarên lê ne, vê bidin nûnertiyên Rêxistina Efûyê. Ji bo CPT jî divê her kes bi rêya name, fax û e-maîlan bişînin. Ji ber ku mûxatabê me yê di vî warî de CPT ye. Pêwîste di nava çend rojan de em bi deh hezaran nameyan bişînin. Û em dixwazin CPT li ser rewşa Ocalan daxuyaniyekê bide. Divê hemû navendên me yên civakî bikevin nava tevgerê.”
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ragihand, ji dawiya vê hefteyê û pê ve, di serî de li Elmanya wê Kurd li gelek welatên Ewropa û cîhanê dakevin kolanan û ji bo Ocalan çalakiyên girseyî lidar bixin.
ANF/BRUKSEL
Li seranserê Elmanyayê çalakî
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, ji îro û pê ve wê bi daxwaza pêkhatina hevdîtinê bi Ocalan re, dakevin kolanan.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-DEM) ve tên organîzekirin û banga tevlîbûnê li her kesî hat kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM’ê dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ne:
Berlîn: Wê roja Şemiyê li Hermanplatzê saet di 17:00 de meş û mîtîngek bê lidarxistin.
Hambûrg: Roja Şemiyê saet di 14:00 de li Hachmannsplatzê meş destpê bike û heta Haûptbahnhofê dewam bike.
Stûttgart: Roja Şemiyê wê li Schlossplatzê saet di 17:00 de meş û mîtîngek were lidarxistin.
Hîldesheîm: Her rojên Înê wê li ber Jakûbî Kîrche saet di navbera 14:00-19:00 de kon bê vedan.
Offenbach: Roja Şemiyê saet di navbera 15:00-17:00 de li Alîce Platzê kon were vedan.
Hannover: Roja Şemiyê saet di 16:00 de li pêşiya Haûptbahnhofê mîtîngek bê organîzekirin.
Saarbrucken: Roja Şemiyê saet di 17:30 de bi beşdariya Kurdistaniyên li Maînz û Mannheîmê wê li ber Eûropa Galerîe meş û mîtîng pêk were.
Nurnberg: Roja Şemiyê saet di 17:00 de wê li ber Lorenz Kîrche bib eşdariya ji Ûlm û Munchenê meşeke girseyî were lidarxistin.
Dortmûnd: Roja Şemiyê saet di 15:00 de, wê KOMAW li pişt Haûptbahnhofê (Pêşiya Cine Star) meş û mîtîngê lidar bixe. Kurdistaniyên ji bajarên Dortmûnd, Hagen, Meschede, Bîelefeld, Essen, Dûîsbûrg, Bochold, Kleve, Reîne, Osnabruck, Munster, Granaû û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk wê tevlî bibin.
Sîegen: Roja Sêşemê saet di 18:00 de li Sîegerlandhalleyê wê meş û mîtîngek bê lidarxistin.
Mannheîm: Roja Çarşemê saet di 14:00 de wê meşek ji Wassertûrmê destpê bike û piştre mîtîng were lidarxistin. Jİ Maînz û Saarbruckenê jî wê tevlîbûn çêbibe.
Freîbûrg: Ji Sêşemê û pê ve wê konê agahdarkirinê ji bo 5 rojan li Kartoffelplatzê, Kaîser Joseph Str. û Rathaûsplatzê bê vedan. Ev çalakî wê saet di navbera 12:00-19:00 de were lidarxistin.
Wîesbaden: Ji roja Duşemê û pê ve wê ji bo hefteyekê kon were vedan.”
Li Cenevreyê standa ji bo azadiya Ocalan
Kurdistaniyan, ji bo balê bikişînin ser tecrîdê û daxwaza azadiya Ocalan bilêv bikin, li Cenevreyê dest bi çalakiya standê ya 3 rojan kirin.
Standa agahdarkirinê li Rûe de la Cîte Rîve hat danîn. Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser tecrîdê belavokan belav dikin. Di axaftinên li vê derê de tirs û fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan a piştî hewldana darbeya leşkerî, hatin bilêvkirin.
Kurdistaniyan diyar kirin, Tirkiye ketiye cihekî derketin jê nîne û destnîşan kir, ku faktora bingehîna rizgariya ji vê rewşê azadiya Ocalan e.
Kurdistaniyan dan xuyakirin, ku azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn gelekî girîng e û bang li hêzên navneteweyî kirin, ku di vî warî de bikevin nava tevgerê.
CENEVRE