NAV-DEM, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li gelek bajarên Elmanyayê roja Şemiyê meşên girseyî organîze bike. Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (NAV-DEM) de hat gotin, “Tevî saziyên Jin, Ciwan, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, HDK-Ewrûpa, Civaka Îslamî ya Demokratîk, Saziyên Êzîdiyan, FEDA, PYD û hemû saziyên Kurdistanî, em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibe.”

Di daxuyaniyê de li ser plansaziya meş û mîtîngan ev agahî hatin dayin:

* Li Eyaleta Nideersachsenê, 9´ê Çiriya Pêşîm saet 15.00´an li Hannover Hbf

* Li Eyaletên Hamburg-Bremenê 7´ê Çiriya Pêşîn saet 14.00´an li Bremen Hbf

* Li Eyaletên Berlîn-Sachsenê 7´ê Çiriya Pêşîn saet 15:00´an li Hermannplatz Berlîn

* Li Eyaleta Nordrhein Westfalen 7´ê Çiriya Pêşîn saet 13.00´an li pêşberî Dusseldorf HBF (Li pêşiya avahiya DGB)  


NAVENDA NÛÇEYAN