
Rêxistina Ciwanên Welaparêz ên Kurdistanê bi dirûşima “Em Rêber Apo azad bikin û dawî li qirkirinê bînin” dest bi Meşa Dirêj a ji Silêmaniyê heta Hewlêrê kirin. Meşê ji Zanîngeha Silêmaniyê doh demjimêr di 10.00’an de dest pê kir. Meşa dirêj dê heta ber nunertiya NY ya li Hewlêrê berdewam bike.
Li ser navê Gencanî Welatpaêz ên Kurdistanê li ber Zanîngeha Silêmaniyê daxuyanî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Bahoz Mustefa ve hate xwedin. Mustefa di daxuyaniyê de diyar kir ku armanca meşa wan şermezarkirina Komploya Navnetweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda ku nêzîkê 7 mehan e li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Mustefa got; “Her kes dizane ku di xurtkirina tekoşîna azadiya gelê Kurd û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk de Rêber Apo xwedî rola sereke ye. Em tekoşîna azadiyê bi pêşengiya jinan û ciweanan didin meşandin.”
Mustefa bal kişand ku 13 sal in ku Ocalan di girtîgehê de ye û got; “Ev yek dikeve sala 14’emîn. Di girtîgehê de îşkence û îzalasyon heye. Ji ber wê jî Rêber Apo vê girtîgehê weke çalak mirinê bin nav kir. Niha jî 6 meh û nîv in, tu agahî jê nehatiye giritn û hevdîtin pêre pêk nayê. Dewleta Tirk jî di şer û operasyonan de israr dike.”
'Li dora Rêbertiyê bibin mertal'
Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurd hate kirin rola dikeve ser milê wan bi awayeke herî çalak pêk bînin û daxuyanî wiha berdewam kir; “ Ji ber wê jî di vê jin û ciwan li derdora Rêber Apo bibin weke mertalan.”
Mustefa bal kişand ser çalakiyên ciwanên Kurd Diyar Xoy, Sîrwan Reûf û Viyan Cafê û bal kişand ku vana bi çalakiyên xwe peyama azadiyê ji her çar parçeyên Kurdistanê re ragihandin. Li ser vî esasî, em bang li hemû ciwan, siyasetmedar, çalakvanên siyasî, kesayetên netewperest û rewşembîrên Kurd dikin ku beşdarî meşa “Em Rêber Apo Azad bikin, Dawî li Qirkirinê bînin” bibin.
Her wiha di daxuyaniyêd e bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî hate kirin ku li hemberî rewşa Ocalan bihîstyar bibin û bibin xwedî helwest.
Di meşê de pankartên weke “Em Rêber Apo Azad bikin, Dawî li Qirkirina bînin” hatin hilgirtin. Her wiha, dirûşimên weke “Bijî Serok Apo”, “Qatîl Erdogan, “Qatîl Tirkiye”, “Erdogan bizane xeta me ya sor e Ocalan” qêriyan. Ciwanan li ber Zanîngeha Silêmaniyê pirtûkên Ocalan diyarî rêveberiya zanîngehê kirin û li ser şeqamê jî belavokên der barê rewşa Ocalan de belav kirin.
SALIH FIRAT - ANF/SILÊMANÎ