Girseya gel pêşî li ber Şaredariya Pontedera kom bû û paşî bi Şaredarê Pontedera re hevdîtinek hat çêkirin. Di hevdîtinê de ku pêşveçûnên li Kobanê hat ragihandin, Şaredar got, “Em heta dawiyê doza gelê Kurd destek dikin. Di demên dawî de em pêşveçûnên li Kobanê ji nêz ve dişopînin. Em ji dil piştgiriyê didin têkoşîna jina Kurd a li Kobanê û silav dikin.”

Dosya dan şaredar

Di hevdîtinê de dosyayek pêşkeşî şaredar hat kirin, û plaketa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî “ wek diyarî radestî şaredar hat kirin. Girse saet di 10:00’an de dest bi meşa ku 24 kîlometre dewam kir kirin. Meşvanên saet 11:30’an de gihiştin Şaredariya Calcinaya, li vir jî dosyayek radestî şaredar kirin û plaket wek diyarî hat dayîn. Şaredarê Calcinaya jî diyar kir ku rojevê dişopînin, weke bi salan e wê timî li rex gelê Kurd cih bigirin. Girse saet 13:00’an gihişt Fornacette, li vir jî meşvan ji aliyê endamên rêxistina çepgir ARCI hatin pêşwazîkirin.

Em li gel Kurdan e

Girseya ku piştî demeke kurt gihişt Cascina ji aliyê şaredar ve hat pêşwazîkirin. Li vir jî bi şaredar re hevdîtinek pêk hat.
Meşvan di dawiyê de li ber şaredariya bajarê Pîsa mîtîngek lidarxist. Şaredara Pîsa li vir axaftinek kir got, “Berxwedana Kurdan berxwedaneke mînak e. Emê timî li rex gelê Kurd bin. Ez ji vir jinên Kurd ên li Kobanê li ber xwe didin silav dikim.”

Meşvanan jî diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe wê her sal vê meşa xwe dubare bikin.”

ANF/TOSCANA