
Çalakiya li bajarê Fransayê Strasbourgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, îro di roja xwe ya 53´yan de dewam dike. Doh heyetên Elman û nûnerên tevgerên çepgir ên Tirk çûn serdana çalakgeran û piştgirî dan wan.
Di nava kesên doh destek dayî çalakiyê de endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanyayê Hanauyê jî hebûn. Hem Kurdistaniyan, hem jî dostên wan xwestin CPT bi erka xwe rabe û biçe Îmraliyê.
STRASBOURG