Di dema AKP'ê de hate qetilkirin
Parlamenterê BDP’ê yê Çewlîkê Îdrîs Baluken got li pişt kuştinên Tirkiyeyê kesên navdar yên artêşê dertên û got: “Di bombekirina Pirtûkxaneyê de jî kesên serê artêşê yên wekê 'zarokên baş’ hebûn. Bi vê têgehê re ev rewa kirin. Li gel propandayên AKP’ê yên ku me Tirkiye normal kiriye, demokratîk kiriye jî, li Tirkiyeyê destnedana saziyên artêş û kesên di nav artêşê de cih digirin didome. Her wiha lêçûnên wan yên aborî jî nayên lêkolîn kirin. Dîsa mînaka herî diyar kuştina zaroka 12 salî Ceylan Onkol bû. Dema Ceylan Onkol hat kuştin, înkarkirin ku Onkol bi teqeymeniya ji taburê hatiye avêtin, nehatiye kuştin. Dema Onkol hat kuştin Waliyê Demî yê Amedê Huseyîn Avnî Mutlu îdia kir ku, Onkol bi teqemeniya ku li erdê dîtiye dema avêtiye jiyana xwe ji dest daye. Baluken diyar kir ku, birayê Onkol Rifat Onkol diyar kiriye dema çûne cihê bûyerê bedena Ceylanê parçe bûye û bombe ji Tabura Tapantepe hatiye avêtin.
Bakuken bi armanca ku Erdogan bersiva wî bide pêşnûyeke pêşkêş kir û got; Heta niha di derbarê bûyerê de li çend personelên leşkerî lêpirsîn vebû? Ev kîne? Rutbeyên wan çine? Çend lêpirsînên hiqûqî vebûn? Çima delîl nehatin berhevkirin, hinceta biryara neşpondinê çiye? Û gelekên din pirsî.
ENQERE