Rûsyayê û dewleta Tirk bi serê xwe li Soçiyên li hev kirin. QSDê ji wan re gotibû, ew bi xalên lihevkirinê hemûyan re nînin, lê amade ne diyalogê bikin. QSD û Rûsan guftûgo kirin. QSDê da zanîn ku ew hêzên xwe vedikişînin û li şûna wan hêzên hukûmeta navendî bi cih dibin.

Quwatên Sûriya Demokratîk QSDê der barê hevdîtinên xwe ligel Rûsyayê de anî ziman ku ji bo xwîn nerije û êrişên hovane rawestin xwe ji nû ve bi cih dike. Dewleta Tirk û Rûsyayê li Soçiyê li ser deh xalan li hev kiribûn. Li ser vê, QSDê diyar kiribû ku ew xalan hemûyan qebûl nakin. Lê ew amadene guftûgo bikin. Di encama guftûgoyan de herdu alî gihiştin encamekê û ev jî bi daxuyaniyekê diyar kirin.

Daxuyaniya QSDê weha ye:

“Piştî guftûgoyên berfireh ligel Federasyona Rûsyayê li ser hin xalên hevpeymanê ku me erê nedikir, bi armanca sekinandina êrîşên artêşa dagirker li ser gel û destkeftiyên herêmê, em gihîştin encama pêk anîna rêkeftina Soçî ya 22 Cotmeha 2019an. Hêzên Sûriya Demokratîk li seranserê bakûrê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê li herêmên dûrî sînorê Tirkiyê û Sûriyê xwe ji nû ve belav dike û li qadên nû bi cîh dibe da ku ev êrişên hovane û xwîna ku dirije werin sekinandin. Hêzên parastina sînor a hikûmeta navendî li van herêmên sînor tên bi cîhkirin.

Weke Hêzên Sûriya Demokratîk, ligel piştrastkirina pêbendiya xwe ya parastina gel û destkeftiyên herêmê, em bang li Federasyona Rusya dikin ku bi erkên xwe rabe û di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyê û hikûmeta navendî ya Şamê de bingeha diyalogek çêker ava bike.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN