Laleyên li serê çiyan piştî helandina berfê şîn bû, nikare xwe ji qaçaxçiyên nebatan rizgar bikin. Der barê mijarê de hawirdorparêzên li herêmê, li înternetê ji bo parastina Gulnixwînan banga hestiyariyê dikin.

Gulnixwînên ku bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye, li Kurdistanê bi navê "Bûka Digirî" jî tê naskirin. Gulnixwînên navenda wê Êlih e, li Colemêrg, Wan, Bedlîs, Erzîrom û bi teybatî li bilindahiya 1.40-2.500 metreyî de şîn dibin. Ev kulîlka ku 167 cûreyên wê tê zanîn, herî zêde li Kurdistanê tê dîtin. Li gorî lêkolînên hatin kirin, Gulnixwînên li Kurdistanê 43 celebên xwe hene, 20 ji wan bi rêyên qaçaxî revandine Ewropayê û li wir ji bo pîşesaziya kozmetîk an jî derman tê bikaranîn. Komkirina gulnixwînan û veguhastina wan ji bo cihekî din qedexe ye û li Tirkiyeyê cezayê vê ji 32 hezar lîreyî destpê dike. Lê belê gelek caran derketibû holê ku ev qaçaxçitî bi awayekî organîzeyî tê kirin.
Gulnixwîn ku navê wê di gelek destanên eşqê de derbas dibe di nava Kurdan de weke ‘bûka digirî’ jî tê naskirin.

 FERHAT ARSLAN