Karayilan got ku dagirkirina Mûsilê ji aliyê  DAIŞ’ê ve  rewşeke nû afirandiye. Dengeyên li Rojhilata Navîn dikarin biguherein. Karayilan diyar kir, çi plankirî û çi na, ev rewş wê zemînekî navneteweyî li dijî Rojhilata Navîn ava dike. Di vê rewşê de Iraq bi fîîlî wê bibe 3 parçe. Dibe ku Rojava hedef bê girtin û parçekirin, tevgerên azadîxwaz û serbixwe paşve bên xistin û kontrolkirin.


YPG tinebûya, dewleta DAIŞ´ê dihat îlankirin

Karayilan îşaret bi dijminahiya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan kir û got, "DAIŞ´ê ev yek bi kar anî û li dijî PYD û YPG’ê şer îlan kirin. Heta zêdetir bi pêş de çûn, PKK dijmin îlankirin û ev du sal in bi her awayî êrîşî YPG’ê dikin. Ji ber vê yekê berxwedana gelê Rojava û YPG’ê li dijî El Nûsra û DAIŞ’ê dîrokî ye. Mixabin ji pêşhikman dinyayê ev yek pîroz nekir û nedît. Lê niha hêzên cuda nû dibînin. Bi rastî berxwedana gelê Kurd û YPG’ê pêşî li gelek tiştan girt. Ger li Rojava berxwedana YPG´ê û gelê Kurd tunebûya tiştên ku niha li Iraqê dikin wê li Sûriyê bikirana û dewleta DAIŞ´ê îlan bikira. Projeya wan ev bû.

Tirkiye û DAIŞ´ê li hev kiriye

Karayilan di dewama axaftina xwe de got: “Tirkiye ji ber zextên DYA û welatên Rojava têkiliya xwe ya bi DAIŞ’ê re înkar dike, lê Tirkiye nikare destê xwe ji vê mijarê bişo. Mînak, Turbeya Suleyman Şah li nêzî Kobanê ye. Ev Turbe 30 kilometroyan dûrî Tirkiyê ye. Ew di destê DAIŞ’ê de ye. Destpêkê hat gotin, ev pirsgirêk e.  Li ser vê konvoyeke leşkerî ya dewleta tirk ji Kobaniyê derbas bû û erzak bir Turbeya Suleyman Şah. Lê çû û nehat. Ji ber ku bi DAIŞ’ê  re li hev kirin. Ew karwanê eskerî di ser Mînbîcê re çû Cerablusê, Kargamiş û ji wir jî derbasî Tirkiyê bû. niha ew xet wisa dişixule.

DAIŞ Tirkiyeyê bi kar tîne

Karayilan li ser dîlgirtina dêplomatên Tirk jî got, DAIŞ dixwaze hin sefîran di destê xwe de bigire û hinek tiştan  garantî bike.  Ez bawer nakim tiştekî bi seferatxaneyê bikin. Tirkiye ji xwe rehet e. Dibêje tenduristiya wan baş e. Di navbera wan de têkiliyek heye. Lê karê DAIŞ’ê ne diyar e. Bi rehetî dikare berê xwe bide wan. Yanî niha dor li Tirkiyeyê girtiye. Ger ku tiştên dixwazin ji Tirkiyê negirin, dikarin zorê li wan bikin. Diyar e, tiştên din ji Tirkiyê dixwazin. Ango Tirkiyeyê ji bo armanca xwe bi kar tînin.

Pirsgirêka Kurd hatiye ber çareseriyê

Karayilan li ser polîtîkaya PDK’ê jî got, konjokturel û şaş e û wihapeyivî: “DAIŞ dibêje em umetî ne, lê ew netewperest in. Li dijî Kurdistanê ne. Ji ber vê jî divê gelê Kurd li dijî van hewldanên bi xeter yekitiya xwe pêk bîne. Divê em Kurd di vî şerê mezhebî de nebin alî û xeta xwe ya xweser esas bigirin. Doza azadiya gelê Kurd gihiştiye astekê.  Çareseriya pirsgirêka Kurd jî gihiştiye ber çareseriyê. Li hemû parçeyan şert û mercên çareseriyê pêk hatine.

HPG amade ye Kerkûk û Şengalê biparêze

Karayilan ji bo prastina Başûrê Kurdistanê bangeke dîrokî li PDK û YNK’ê kir û got: “di vê asta dîrokî de ji bo ku gerîla û peşmerge li dijî hêzên êrîşkar berxwedana hevpar bimeşînin, em bang li PDK û YNK’ê dikin ku derfetan biafirînin. Bi taybetî jî em bang dikin da ku ji bo hêzên me yên HPG’ê jî tevli şerê parastina gelê me yê li Kerkûk û Şengalê bibin, derfet bên afirandin."

Êrîş li dijî destketiyên e

Karayilan got şoreşa Rojava heqîqeteke û divê her kes li dijî vê pergala gel a demokratîk ya li wir bi pêş dikeve rêzdar be. Karayilan êrîşa li Tirbespiyê şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest, ji birîndaran re jî şifa xwest. Karayilan bi lêv kir ku armanca vê êrîşê ew e ku nakokiyan di navbera Kurd û -Ereban de biafirînin, lê dê gelê me, gelê Ereb û Suryanî wê bersiva vê bide. 

ANF/ QENDÎL