Şervanên YPG’ê yên ku ji Emerîka, Îspanya, Venezuella, Brîtanya, Holanda û Çînê tevlî bûne, destnîşan kirin ku wan bi armanca parastina nirxên mirovahiyê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û şerê çeteyên DAIŞ’ê dikin.

Şervanên YPG’ê yên ku niha li eniya Til Temir li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, nêrînên xwe ji ANHA’yê re anîn ziman. Şervanê YPG’ê yê Emerîkî Serdar Emerîka sedema tevlîbûna xwe ya YPG’ê wiha vegot: ”Karê herî rast ew e ku mirov di xizmeta mirovahiyê de têbikoşe. Tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê dikin, kiryarên hov in û li dijî hemû mirvahiyê ne. Ji ber vê yekê min biryara tevlîbûna YPG’ê da. Hêzên YPG’ê mînaka hêza parastina mirovahiyê ye.”

Serdar Emerîka destnîşan kir ku hêzên YPG’ê bi serkeftina xwe bawerin û tevî hemû bêderfetiyan jî şerê dijberên hemû mirovahiyê dikin. Serdar da zanîn ku bi rêzdariyeke mezin nêzî xebatên xwe yên parasstinê dibin. Serdar Emerîka, anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê ne tenê gelê Kurd, hemû pêkhateyên herêmê hedef digirin û got: “Li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne. Cihên pîroz ên wekî dêr, mizgefet rûxandin. Ez bang welatên cîhanê dikim ku piştgiriya hêzên YPG û YPJ’ê bikin.”


‘Bi gotinan nayê vegotin’

Şervanê YPG’ê Amed jî ji Holanda hatiye. Amed, da zanîn ku hêzên YPG’ê nirx û mîrasa mirovahiyê ya gelên herêmê diparêzin û wiha dom kir: ”Ez ji ber vê yekê tevlî YPG’ê bûme. Bûyerên ku niha li herêmê pêk tên pir mezin in. Ya rastî berxwedna ku hêzên YPG û YPJ’ê li vir dimeşînin, parastina gelên herêmê û Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk ku bi tevlîbûna hemû pêkhateyên herêmê hatiye damezirandin, bi gotinan mirov nikare şîrove bike. Dema ez hatim Rojava, min hemû tişt da ber çavê xwe.”


‘Ez xizmeta mirovahiyê dikim’

Şervanê YPG’ê Gîvara yê ji Birîtanya jî wiha axivî: “Ji ber ku wijdana min êdî kiryarên çeteyan tehmûl nekir, ez tevlî YPG’ê bûn. Çeteyên DAIŞ’ê vê herêmê ji xwe re wekî navend bi kar tînin û êrîşî mirovahiyê dikin. Şerê wan li dijî hemû gelên cîhanê ye. Tevî ku welatê min xweş bû û gelek derfet hebûn jî ez hatim vir. Tevî derfetên jiyanî, qadên şer û zehmetiyan jî evder xweştir e. Li vir tu dizanî ku ku parastina mirovahiyê dikî. Tama jiyanê di vir de heye, dizanim ku xizmeta mirovahiyê dikim û cîhanê ji çeteyan diparêzim.”


‘Serbilind im’

Şervanekî din ê biyanî Sîpan ê ji Çînê ye. Ew jî bi bandora Şoreşa Rojava tevlî YPG’ê bûye. Sîpan nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Min bihîst ku gelek ciwanên ji Çînê tevlî YPG’ê bûne. Min jî xwe amade dît û ez tevlî hêzên YPG’ê bûm. Armancên YPG’ê mezin in û xwe ji cîhanê re îspat kiriye. Ez bi tevlîbûna YPG’ê serbilind im û xizmeta mirovahiyê dikim. Pêwîste em hemû ji bo tevlîbûna YPG’ê têbikoşin.”

Welat Venezuela jî şervanekî ji Venezuelayê hatiye. Welat, nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ji bo ez şerê çeteyan bikim, min cihê xwe di nava YPG’ê de girt. Ez li welatê xwe mabama min ê nikarîbûya şer bikim. Ji ber wê min berê xwe da Rojava. Hêzên navnetewî li hemberî êrîşên komên çete yên li ser Rojava bêdeng in. Ez bang li hemû welatên cîhanê dikim ku piştgiriya hêzên YPG’ê bikin da ku dawî li çeteyan û fikra wan were.”


‘Dixwazim dengê Rojava ragihînim cîhanê’

Şervanê YPG’ê Argeş yê ji Îspanyayê got ku armanca wî piştgiriya Şoreşa Rojava ye da ku çanda aştiyê li cîhanê belav bibe û got: “Min beriya niha gelê Kurd nebihîstibû. Lê di berxwedana Kobanê de min Şoreşa Rojava nas kir. Çapemeniya Îspanî û Ewropiyan gelekî şoreşa Rojav naşopînin. Ji bo ku nebêjin ‘hemwelatiyên me tevlî berxwedanê bûne’, zêde naxin rojeva xwe. Lê ez hatim da ku dengê Şoreşa Roajva bighînim hemû cîhanê.”

Şervanê YPG’ê Dilşad Cûdî yê ji Emerîka jî beriya mehekî tevlî YPG’ê bû ye. Cûdî jî ev tişt gotin: “DAIŞ dixwaze Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Çete şerê hemû mirovahiyê dikin. Cihên pîroz diteqînin. Di baweriya min de Îslama rasteqîn berevajî tiştên ku çete dikin e. Nihali Emerîka û Kanadayê kampanyayên piştgiriya hêzên YPG’ê têne meşandin.”


DÎCLE YÛSIF/NALÎN MIHEMED/ANHA/TIL TEMIR