Arkolog Remzî Yokuş diyar kir ku divê ji bo parastina Surên Amedê di şaredariya Surê de Biroya Parastin Venêherî û Pêkanînê (KUDEB)'ê bê avakirin. Yokuş got ku dîroka civakan nasnemeya civakane û eger ew dest ji dîroka xwe berdin wê demê dest ji nasnameya xwe berdidin. Yoluş da zanîn ku parastina Surên Amedê dikeve ser milê dewlet, hikûmet û şaredariyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hikûmeta navendî hem jî rêveberên herêmî divê mekanîzmayên parastinê biafirînin. Hikûmeta navendî dikare di bin banê Wezareta Çandê de xebatên parastinê bi derdorên pispor bide xurtkirin û heman demê de ji bo hişmendiya parastina cihên dîrokî û hûnerên dîrokî waneyan di dibistanan de bicih bike."
Serokê Daireya Endizyarî û Bajarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Murat Alokmen der barê avakirin û xebitandina KUDEB'ê de axivî û diyar kir ku her çiqas cihên dîrokî di bin banê Wezareta Çandê de be jî dîsan barek dikeve ser milê şaredariyan. Alokmen anî ziman ku KUDEB di bin sîwana şaredariyan ji bo parastin û restorasyona mîrateyên dîrokî tê avakirin. Alokmen destnîşan kir ku di 2009'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê KUDEB ava kir û lê dikare heta astekê berhemên dîrokî biparêzin. Alokmen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê ji bo Surên Amedê Şardariya Surê jî KUDEB'ê ava bike. Lewra Surên Amedê di sînorê Şaredariya Surê de ye. Em jî girîngiyê didin berhemên dîrokî û niha Surên Amedê jî di pêvajoya pejirandina UNESCO'yê deye."
DÎHA/AMED