Piştî ku dewleta Tirk li Idlibê ya dagir kirî dawiya Sibatê derbeke giran xwar berê bi hezaran penaberî da ser sînoran. Dewleta Tirk a bi penaberan şantajê dike, bi vî rengî bi hezaran penaber şandin ser sînorê Ewrûpayê.
Lê ji ber ku Bulgaristan û Yewnanistanê sînorê xwe asê kirin li herêmê ev bi rojan e rewşeke kambax heye. Heftiya bihurî li hin bajarên Elmanyayê ji bo penaber li YE’yê bên qebûêkirin xwepêşandan çêbûbûn. Pêr jî li paytext Berlînê û li Hambûrgê bi hezaran mirov bi dirûşma, ‘’li nav me cih heye’’ xwestin ku deriyên sînor li penaberan werin vekirin.
Tevî rêxistinên koçberan her wiha komên ciwanên alternatîf ên Swîsreyê û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Çalakî doh êvarê saet di 19’an de li Claraplatzê bi tevlîbûna 200 kesî pêk hat.
Çalakgeran li dijî pêkanînên dewletên Tirk û Yewnan ên li dijî penaberan dirûşm gotin. n NAVENDA NÛÇEYAN