Çapemenî û hiqûqnasên Alman, ji 2003 ve serlêdana penaberek Kurd a ji bo Dadgeha Makeqanûnê ya Federal a Almanyayê gotûbêj dikin. Dadgeha federal per der barê daxwaza zêdekirina 220 pereyê ji bo mafê jiyanê yê ji bo penaberê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê û navê wî nehatiye aşkerekirin tê dayîn, civiya. Dadgehê ragihand ku daxwazeke wiha ji keçek 11 salî ya Nîjeryayî jî hatiye.
Dadgeha Federal a Almanyayê, her çendî gelek sal bi ser re derbas bûn jî, serlêdana “Ji bo mirov bikare baştir bijî, divê zêdetir pere bê dayîn” a penaberê Kurd mafdar dît. Lê hikûmet ne alîgirê zêdekirina 220 pere Euroyê dide kesên daxwaza mafê penahiyê (îltîca) dikin e.
Hejmara penaberên Kurd ên li Almanyayê ji dayîk bûne û hejmara wan gihiştiye 130 hezarî jî, lê serlêdana wan nehatiye qebûlkirin. Ji ber pereyê kêm ê ji bo debarê dadgeh ket nava hewldanan. Li Almanyayê ji van penaberan re "Hartz IV tê gotin û tê gotûbêjkirin ku ji bo kar û têkiliyên civakî pere bê dayîn.
Lê li Almanyayê hejmara "Hartz IV" 4 milyon zêdetir e û dadgeh biryar da ku pereyê 364 Euro yê ji bo “jiyana mirovane” tê dayîn kêm e. Alîkarê Serokê Dadgeha Makeqanûnê ya ku navenda wê li Karlsruheyê ye Ferdinand Kirchhof got; "Di navbera her du pereyan de ferqek heye. Divê ji bo jiyana mirovane jî heman be.”
Dadger Kirchhof di daxuyaniya der barê mijarê de da de xwest hikûmet dest hewldanan bibe. Lê bersiveke pir lezgîn ji eniya hikûmetê hat. Wezîra Xebatê Annette Niederfranke ji ajansa nûçeyan a Alman DPA’yê re axivî û diyar kir ku ev pere niha nayê zêdekirin.
Dadger Andreas Paulus jî bal kişand ji bilî kinc û cihê lê mayînê, têkiliyên civakî jî dikevin nava “jiyana mirovane” û got; “Mirov nikare bi vî pereyî pêwîstiyên xwe pêk bîne."

ANF/BERLİN