‘Lê çima niha li Silêmanî ofîsên Tevgerê digirin! Yek, Tirkiyeyê xwest! Didu, piştî mueyideyên Emerîka li dijî Îranê, YNK ji bo karibe nefta xwe bi qaçaxî bifiroşe, divê rêyeke din bibîne. Ev jî Tirkiye ye.’
LOKMAN TURGUT
Li Başûrê Kurdistanê ji bo çi niha ev zext li Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li Silêmaniyê bûn, meqseda serdana Mesûd û Mesrûr Barzanî ya Bexdayê çi bû, dewra Emerîka û civaka navneteweyî di vê yekê de çi ye û Tirkiye çawa evqasî hêsanî dikare eskerî dest werde Başûrê Kurdistanê? Ev pirsên hanê me ji Kamal Çomanî pirsîn. Li gorî Çomanî Tevgera Azadî li Başûrê Kurdistanê partiyeke qanûnî ye, lê tevî vê li Hewlêrê ji mêj ve qedexeyeke PDK´ê li dijî xebata wê hebûye û niha bi hizra wî ji ber ku dixwaze petrolê di ser Tirkiyeyê re bi qaçaxî bifiroşe YNK ya rastî Qubad Talabanî jî ofîsên Tevgera Azadî li Silêmaniyê girtine. Di serdana Barzaniyan a Bexdayê de ew bêhtir dewra Îranê dibîne û ji bo destwerdanên eskerî yên Tirkiyeyê jî dibêje, PDK baregehên Tirkiyeyê dihewîne, Emerîka xwe li êrişên wê kerr dike û Iraq jî lawaz e û ji dest nayê serweriya xwe biparêze.
Rojnamevan û analîzker Kemal Çomanî (Kamal Chomani) ku niha li Elmanyayê dimîne li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê peyivî. Çomanî “mêvanê” îsal ê weqfa li Hamburgê ya ji bo mixalifên siyasî yên ketine ber zextê (Hamburger Stiftung für politisch Verfolgte) ye. Kemal Çomanî ku analîzkerekî siyasetê yê serbixwe ye, di heman demê de di Tahrir Institute for Middle East Policy (Instîtuta Tehrir ji bo Siyaseta Rojhilata Navîn) jî refîqekî li derveyî mekanê înstîtuyê ye.
Biryar a Qubad Talabanî ye
Li ser girtina Tevgera Azadî li Başûrê Kurdistanê, Çomanî îşaret bi ferqa aliyê biryar dayî dike: “Muhim e mirov ji hev derxe ku ne Nêçîrvan Barzanî ku fermî serokwezîr e lê alîkarê wî Qubad Talabanî ev biryar daye. Tevgera Azadî partiyeke qanûnî ya Iraqê ye. Û li gorî qanûna Başûrê Kurdistanê ya 1993’yan ew li Başûr jî qanûnî ye. Çima? Ji ber ku li gorî qanûnê partiyeke siyasî miracaetî wezareta hundir dike ji bo destûrê. Di nava 3 mehan de divê ew vê miracaetê bişîne ji desteya wezîran re. Ew jî di nava 45 rojan de heger na dikin û destûrê nadin, bersivekê wê bide. Heger doza sererastkirinan nekir û bersivek di vê mohletê de neda jî, hingê partiya miracaet kirî êdî qanûnî ye. Tevgera Azadî weke partiyeke siyasî dest bi karê xwe kir, li Hewlêrê PDK´ê buroyên wê girtin, lê li Silêmanî û Kerkûkê xebatên xwe meşandin. Lê çima niha li Silêmanî ofîsên wê digirin!
Qubad dixwaze petrolê di ser Tirkiyeyê re bifiroşe
Yek, Tirkiyeyê xwest! Didu, piştî mueyideyên Emerîka li dijî Îranê, YNK ji bo karibe nefta xwe bi qaçaxî bifiroşe, divê rêyeke din bibîne. Ev jî Tirkiye ye. Axir petrola Kerkûkê wê di ser Tirkiyeyê re bê firotin û heger YNK li bi daxwazên Tirkiyeyê neke, ew ê para xwe jê wernegire. Ev sedema sereke bû ku kir Qubad Talabanî biryara girtina Tevgerê bide. Ya duyem jî, bi ya min PDK’ê jî zext kiriye li YNK’ê. Lê bi hizra min Qubad hesabê şaş kir. Lewma Mesrûr Barzanî dibe serokwezîrê herêmê û têkiliyên wï bi Mesrûr re bi qasî bi Nêçîrvan re baş nînin.”
Referandûm ne ji bo serxwebûnê bû
Li ser serdana Mesûd û Mesrûr Barzanî ya Bexdayê ya 22´yê Mijdarê jî, Çomanî heta bi referandûmê diçe: “Referandûm ne ji bo serxwebûnê bû. PDK’ê dixwest bêhtir petrola Kerkûkê bi dest bîne, serweriya xwe firehtir bike û doza bêhtir budceyê bike ji hikûmeta navendî. Gava referandûm têk çû rabû çi kir! Li derfetên normalkirina têkiliyan geriya. Ji bo vê têkilî bi Îranê re danî û Îran bi xwe di ser partî û fîgurên siyasî yên mîna Malikî re tesîreke mezin li hikûmeta Iraqê dike. Beriya wê di hilbijartinên parlamena Iraqê de PDK têra xwe xurt bû ji ber beşdariya kêm a xelkê û ji ber sextekariyeke mezin. Di hilbijartinên parlamena herêmê de jî dengê wê weke hejmar kêm bûn, lê kursiyê wê zêde bûn wê 44 kursî ji 111 kursiyan bi dest anîn. Di encamê de niha dixwaze têkiliyên xwe bi Bexdayê re xurt bike. Armanceke din jî ew bû ku Mesûd Mesrûr bi hikûmeta Iraqê bide nasîn, ji ber ku wî plan kiribû wî bike serokwezîr. Li aliyê din jî li dijî serokkomariya Berhem Salih a Iraqê jî hewl daye. Yanî gotiye, ew ne nûnerê gelê Kurdistanê ye. Ew ji wan dixwaze wî weke mercî’a Kurd, weke Sîstanî yê Kurd bibînin. Û helbet lobî kir ji bo ku ti wezareta din nekeve destê YNK´ê li Bexdayê. YNK dixwaze bibe xwediyê wezareta dadê di hikûmeta navendî de. Barzanî li dijî vê ye. Ev jî yek ji sedeman bû ka Barzanî çima çû Bexdayê.
Bi hevkariya PDK´ê û lawaziya Iraqê dagirkeriya Tirk
Li gorî Kemal Çomanî dewr û daxwaza civaka navneteweyî û nexasim ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de heye ji ber ku gelek pirsgirêk hene ku bêyî bihevre xebitîna Bexda û Hewlêrê çareser nabin. Ev jî çi ne; ji nû ve derketina holê ya DAIŞ´ê, pirsgirêka penaberan, pirsgirêka petrolê, budceya pêşmergeyan a ji Bexdayê. Li gorî Çomanî, nexasim jî piştî ku petrola ji Îranê ji ber mueyideyan qut bû, Emerîka dixwaze misoger bike ku ev valahî bê dagirtin, qismî bi petrola ji Kerkûkê: “Emerîka dixwaze Hewlêr û Bexda bi hevre kar bikin da ku bazara navneteweyî ya petrolê şok nebe. Ji ber ku ji bo rêveveriya Trump gelekî girîng e buhayê petrolê zêde nebe.”
Dizane Iraq lawaz e
Ji bo destwerdana Tirkiyeyê li serweriya Iraqê jî Çomanî pêşî bi bîr dixe ku li herêmên PDK’ê baregehên Tirkiyeyê hene, û êrişên eskerî li dijî axa Iraqê ji hewayê û bejahiyê bi rê ve dibe, ji ber ku Iraq halê hazir lawaz e û wiha dewam dike: “Tirkiye wê vê dewam bike ji ber ku dizane Iraq lawaz e û nikare serweriya xwe biparêze. Emerîka jî li van destwerdanan çavên xwe miç dike. Tirkiye ji bo Emerkayê hevgireke gelekî girîng e. Endama NATO’yê ye û 3 milyon penaberan jî li dijî Ewrûpa di destê xwe de weke rehîne digire.”