HÎLAL RIZGAR
JINNEWS/MEXMÛR
Wargeha penaberan a Mexmûrê xwe ji yekemîn mihrîcana xwe ya ji bo zarokan amade dike. Mamosteyên di amadekariyan de cihê xwe digirin, banga beşdariyê li zarokên ji her parçeyê Kurdistanê dikin da ku zarok ji hev feyzê bigirin.Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê NÇHM’ê ve yekemîn car e ku di navbera 1-3’ê Tîrmehê de ji bo zarokan wê mihrîcanek bê organîzekirin.
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji aliyê Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) ve, ev cara yekemîn e ku ji 1’ê Tîrmehê heta 3’ê Tirmeh’ê ji bo zarokên penaber wê mihrîcan bê lidarxistin. Ji bo amedekariyên mihrîcanê bê navber zarokên wargehê bi kelacaneke pirr mezin xwe ji bo mihrîcanê amede dikin. Beşên di mihrîcanê de cih digirin wekî muzîk, govenda gelêrî, şanoyê ne. Ji her aliyê Kurdistanê, zarok wê beşdarî mihrîcanê bibin.
Bila zarok ji hev feyzê bigirin
Mamosteya bi navê Sidar Yeman a perwerdeya muzîkê dide zarokan, derbarê kar û xebatên xwe de got: “Armanca me ya lidarxistina vê mihrîcanê ew e ku em ji her aliyê Kurdistanê, zarokên Kurd bînin gel hev û jiyanê bi her rengî nas bikin. Dîsa em dixwazin ku berhemên zarokên Mexmûrê yên penaber, ji aliyê zarokên din ve jî bên dîtin û zarok ji hev feyzê bigirin. “
Zarokên penaber ên afirîner
Sîdar Yemanê, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser delalî û zîrekiya zarokan û wiha pê de çû: “Tevî zor û zehmetiyên ku penaber bi wan re rûbirû ne jî dîsa zarok xwedî taybetmendiyeke hunerî û afirîner in. Ji bo dîtina berhemên zarokên penaber em hêvî dikin ku zarokên ji her parçeyên Kurdistanê beşdarî mihrîcanê bibin. Ji bo vê mihrîcanê jî zarok bi kelecan û coşeke mezin beşdarî xebatên amadekariyê dibin.”
Banga beşdariyê
Her wiha mamoste Medya Yeman jî anî ziman ku zarok siberoj in, divê mirov li siberoja xwe xwedî derkeve û bang li hemû welatiyên li Kurdistanê kir ku bi awayekî xurt beşdarî mihrîcana zarokan bibin. Medyayê bi taybetî bang li zarokên bajarên Başûrê Kurdistanê yên Hewlêr, Kerkûk, Şengal û Silêmanî û tevahî zarokên Rojavayê Kurdistanê kir ku beşdarî mihrîcanê bibin.