Li navçeya Xaneqîn a Diyale li Navande Çandê ya Xaneqînê festîvala çand û hunerê ya sînemayê hate lidarxistin. Festîval ji aliyê Desteya Sînema û Televîzyonî ya Parêzgeha Besra ve hate organîze kirin. Berpirsê Desteya Sînema û Televîzyonî ya Parêzgeha Besra Elî Malkî têkildarî festîvalê ji axivî û got: "Di çarçoveya kar û çalakiyên desteya me de, îro me li Xaneqînê festîvalek organîze kir. Ev festîval ji bo peywendiyên dostane yên di navbera hunermendên Kurd û Ereb de ye."
Malkî diyar kir ku ev festîval li ser navê hunermenda Kurd Bêrîvan Gerdî ya ji Xaneqînê hatiye lidarxistin û got: "Pêştir rolek baş hebû di desteya me de. Wê di festîvala îro de film werin pêşkêş kirin. Her wiha çalakiyên hunerî pêk hatin."
Bi festîvalê şanaz e
Şanoger Bêrîvan Gerdî jî li ser lidarxistina festîvalê axivî û got: "Piştî ku ez weke hunermendeke Kurd beşdarî çend festîvalên li Besra bûm û min xelata herî baş ya leyîstikvaniyê wergirt, ev yek bû sedem ku peywendiyên me yên di navbera hunermendên Ereb de baş bibe. Ji ber vê yekê ji biryar dan ku li Xaneqînê festîvaleke wiha li dar bixin. Ez gelek keyfxweş im ku ev festîval bi navê min hatiye lidarxistin."