Pirtûka berê li Elmanyayê ji aliyê Weşanên Mezopotamyayê ve hate weşandin li ser daxwazên zêde mehek berê li Tirkiyeyê jî hate çapkirin. Pirtûka ewil 10 hezar hatin çapkirin şertên Cansiz lê jiyîn, tevlîbûna PKK'ê û xebatên dan meşandin vedibêje. Pirtûka ji roja derket heye niha rastî eleqeyekî mezin tê di nava 20 rojan de 5 hezar hatin firotin.

Redaksiyona Weşanxaneya Aramê Bîlge Îşîyok, diyar kir ku sedema firotina pirtûk ji ber gel eleqeyê nîşanî Sakîne Cansiz dide ye û wiha got: "Yekemîn car me pirtûkeke ewqas zêde, 10 hezar çap kir. Ev yek jî nîşaneya gel çiqas Cansiz meraq dike û dipejirîne."
Îşîyok, anî ziman ku di pirtûkê de di serê herkesî de Sakîne Cansizek çêdibe û wiha axivî: "Pirtûk ji ber ku Cansiz bi xwe nivîsî xwendevan wê di nav xwe de dibînin û ji bo ku vê fîgurê hêj baştir nasbikin eleqeyê nîşanî pirtûkê didin. Ya herî girîng jî pêvajoya guherîna gelek jinên Kurdistanî jiyî û pirsgirêk û nakokiyên jiyîn û ligel vê yekê berpirsiyariya têkoşînê ya hilgirtî nîşan dide û ev yek jî dibe sedema meraqê. Ji ber ku jinên Kurdîstanî xwe di pirtûkê de dibînin herî zêde jin eleqeyê nîşanî pirtûkê didin."

'Jin ji xwe re pêşeng dibînin'

Xebatkara Weşanxaneya Kafka Rojda Dîcle jî diyar kir ku eleqeya li hemberî pirtûka Cansiz ji pirtûkên din gelek zêde ye. Dîcle, anî ziman ku hêj pirtûk nehatî çapkirin jî eleqe didît û wiha got: "Piştî pirtûk derket eleqeyekî gelek mezin dît. Bi taybet firotina pirtûkê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê jinekî şoreşger û têkoşer a Dêrsîmê bû. Nokteya herî balê dikêşîne pirtûk bi xwe nivîsî û têkoşîna xwe li ser navê azadiyê meşandiye. Sedema jin zêde eleqeyê nîşan didin yek jî ev e. Di civaka me de her tim dixwazin jinê bikin kole. Lê piştî jin pirtûka Sakîne Cansiz dixwînin wê ji xwe re pêşeng dibînin."

AMED