Emekçî, da zanîn dema ji radyo derket nehat zanîn ku kê ji bo çi êrişê wê kir û wiha got: "Dema ez ji bo li taksiye suyar bêm û biçim malê ez derbasî aliyê din yê kolanê bûm. Dema ez derbasî kolanê bûm ez rastî êrîşa kesên nediyar hatim. Ez li erdê dirêj kirim û li min dan. Piştî li min dan reviyan û wihda bûn.
Emekçî anî ziman ku bi zanebûn û plan ew rastî êrîşê hat û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di roja 16'ê Kanûnê de Rojnameya Yeni Akit manşeta 'Al sana gazeteci' avêt rûpelê. Ev manşet xuya dike ku armanc alozî u hedefnîşandan e. Ji xwe piştî vê manşetê bi şev bûyer pêk hat. Em ji kevneşopiya Apê Musa tên û em dê rêça wan bişopînin."
Emekçî, anî ziman ku ew dê serlêdana sûc bikin."
DÎHA/AMED