
Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur diyar kir ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Vestanê lêpirsîn hat destpêkirin û piştre dosya şandin Serdozgeriya DGM'ê ya Amedê û heta niha ji bo tespîtkirina kujeran tu lêkolîn nehatiye kirin. Tîmur anî ziman ku ev komkujî sûcê mirovahiyê ye wiha got: "Ger lêpirsin ji ber hinceta demborî bê girtin, ev yek li dijî hiqûqê û dewleta hiqûqê ye." Piştî axafina Tîmûr welatiyê bi navê Sabahattîn Samsa ku di komkujiyê de dayika wî hatibû qetilkirin û Ahmet Sevgîlî ku di komkujiyê de birîndar xilas bûbû axivîn.
Piştî merasîma li ser goristanê girseyê xwestin heta Zozana Sundusê meş li dar bixin, ji ber ku polîsên sivîl bi kamerayê dîmen digirtin, di navbera polîs û girseyê de alozî derket. Welatî piştre çûn Zozana Sundusê, mermî û kincên kesên ku hatibûn qetilkirin hatin berhevkirin. Li cihê qetlîamê demên hestiya hatin jiyîn û bername piştî xwarina fitarê bi dawî bû.
DÎHA/WAN