Parlementera Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şirîn Emîn, li ser sedema ranekirina ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) îşaret bi destwerdana ji derve ango dewleta Tirk kir û got, “Ji ber destwerdanên Tirkiyê ev dorpêç li ser kampa Mexmûrê heye û heya niha jî ji bo rakirina vê dorpêçê ti gaveke pêwîst nehatiye avêtin.”

Şirîn Emîn, têkildarî dorpêça li ser kampa Mexmûrê axivî û got; “Têkildarî dorpêçê pirsyar ji aliyên peywendîdar re hatine kirin lê hîna bersiv nehatiye dayîn.

Ji bo rakirina ambargoyê jî Şirîn Emîn jî got, “Pêwîste xelkê Kurdistan, rêxistinên sivîl û Parlamentoya Herêma Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin. Tevî Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê bi nivîseke fermî daxwaza helwêstê ji Parlamentoyê kiriye jî lê heya niha ji bo rakirna vê dorpêçê ti gaveke pêwîst nehatiye avêtin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye, Wargeha Penaberan a Şehîd Rusmet Cudî (Mexmûr), ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve ku li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin, di bin dorpêçê de ye. 

 

 ROJNEWS/HEWLÊR