
Ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan, Kurdistanî li dehan bajarên Ewropayê daketin kolanan. Di çalakiyan de gelek avahiyên saziyên medya û stasyonên trenê hatin dagirkirin û ji bo Ocalan banga lezgîn hat kirin.
DORTMÛND: Li bajarê Dortmûndê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê ya Rozerîn, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Haûptbahnhofê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin.
BÎELEFELD: Li bajarê Bîelefeldê, li avahiya çapemeniyê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk hat. Li vê derê bi zimanên Elmanî û Kurdî dirûşmên “Es Lebe Ocalan”, “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn û çalakî bi daxuyaniyekê qediya. Di daxuyaniyê de hat xwestin, destûr ji malbat û parêzeran re bê dayîn ji bo biçin Îmraliyê.
BONN: Li balafirgeha Koln-Bonnê, bi qasî 100 kesî bi şiyara “Azadiya Rêberê min azadiya min e” çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin. Çalakiyê 45 deqeyan dewam kir.
GÎESSEN: Li Stasyona trenê ya navendî ya bajarê Gîessenê, Kurdistaniyan ji ber xwe ve çalakiyek bêîteatiya sivîl pêk anîn û belavoka NAV-DEM’ê xwendin. Di daxuyaniya li vir de hat ragihandin, ku ew dixwazin malbat û parêzer derhal biçin Îmraliyê û hat destnîşankirin, ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên wan dewam bike.
ÛLM: YJK-E û Jinên PYD’yî li bajarê Ûlmê, li avahiyên Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û Regîo TV çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn û dosya pêşkêşî rayedaran kirin. Jinan fikarên xwe yên li ser jiyana Ocalan bilêv kirin û gotin, “Bila kes sebra me nefûrîne. Eger tiştek bi Rêberê me ve bê, wê kes nikaribe me bisekinîne.”
HÎLDESHEÎM: Kurdistaniyên li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê dijîn, avahiya şaredariya bajêr bi heman armancê dagir kirin û dosyayek dan rayedaran ji bo bigihînin şaredar. Çalakî piştre bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” qediya.
DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrgê jî li ber avahiya qenala televîzyonê WDR danê êvarê daxuyaniyek hat dayîn û li ser mijarê dosyayek ji rayedarên WDR re hat pêşkêşkirin.
LOHNE Û VECHTA: Li bajarên Lohne û Vecta yên Elmanyayê, Kurdistanî bi posterên Ocalan tevlî festîvaleke bi beşdariya sed hezaran kesî bûn û daxwazên xwe li vir bilêv kirin.
ESSEN: Kurdistaniyên li bajarê Essenê dijîn, stasyona navendî ya trenê dagir kirin û bang li dewleta Elman kirin, ku bikeve nava tevgerê.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya zincîra ji mirovan hat lidarxistin. Li Monckebergstrasseyê zincîra ji mirovan a ji sedan metreyî hat çêkirin û bi qîrîna dirûşmeyan û belavkirina belavokan rewşa Ocalan hat vegotin.
DEN HAAG: Kurdên li Den Haagê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li avahiya Partiya Gel a Azad û Demokratîk (VVD) çalakiyek lidar xistin. Kurdistaniyan der barê rewşa Ocalan de dosyayek dan rayedaran. Di çalakiyê alên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Kurdistaniyên li Hollandayê her wiha wê îro (Şemiyê) li paytext Amsterdamê bi heman armancê bimeşin.
KOPENHAGEN: Endamên NCDK a li Danîmarkayê bi rengekî girseyî qenala televîzyonê û radyoya DR ziyaret kirin. Di serdanê de li ser rewşa Ocalan dosya hat pêşkêşkirin û bi devkî agahî hat dayîn.
VIYANA: Li paytexta Awûstûya Viyanayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Li ber avahiya serokwezîrtiyê û Qesra Serokkomartiyê bi şîara “Em fêrî jiyanek bê Rêbertî nebûne û nabin! Em li beramberî AKP’ê, Erdogan, Tecrîd û zihniyetê qirêj ê 15’ê Tîrmehê bêdeng nemînin” di pêşengiya PYD û saziya jina Kurd AVESTA’yê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakvanan bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn. Rayedarên Serokwezîrtiyê jî ji bo îro heyetek dawet kirin. Her wiha ciwanên Kurd dema li Viyanayê trafîk zêde bû li ser pirê bi zimanê Elmanî pankarta “Abdullah Ocalan xeta sor a Kurdan e” daliqandin.
SALZBURG: Li bajarê Salzburgê jî saet 19.00’an girse li hev civiya, pankartên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Erdogan Dîktatorek e”, “Erdogan mafên mirovan binpê dike”, “Dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin” hatin vekirin, posterên Ocalan û alên YPG’ê hatin rakirin. Di çalakiyê de ku dostên Kurdan jî destek danê, dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Dawî li Tecrîdê bînin”, “Ji Ocalan Re Azadî Ji Kurdistanê re Statu” hatin berzkirin.
LINZ: Kurd û dostên wan ên li Linz jî li televîzyona LT1’ê çalakiya bêîtîatiya sivîl li dar xistin. Di çalakiyê de ku dirûşmeya “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê re Aştî” hatin berzkirin, bi rayedarên TV re hevdîtin pêk hatin, têkîldarî tecrîda li ser Ocalan dosyayek hate radestkirin.
VORALBERG: Kurdistaniyên li eyaleta Voralberg a Awûstûryayê dijîn, avahiya qenala dewletê ORF dagir kirin û dosyayek li ser tecrîda şidandî dan rayedarên qenala televîzyonê.
GRAZ: Li Grazê jî li ber şaredariyê çalakiya rûniştinê û mîtîngek hate lidarxistin. Her wiha çalakvanan dosyayek radestî rayedarên şaredariyê kirin.
BREGENZ: Li Bregenzê jî dosyayek radestî televîzyona dewleta Awûstûrya ORF’ê hate kirin. Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakî bidomin.
Li Awûstûryayê cih û saetên çalakiyên 13’ê Tebaxê wiha ne:
Înnsbrûck: Saet 15.00’an mîtîng li Qada Annasäule
Viyana: Saet 19.00’an li ber Avahiya Opera ya Viyanayê meşa bi meşale
Graz: Saet 17.00’an Girseya li ber Şaredariya Grazê ya li Graz Hauptplatzê kom bibe wê meşê li dar bixe.
YARŞOV: Kurdistaniyên li navçeya Yarşov a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Daxuyanî bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Saratovê ve hat dayîn û ji aliyê rêveberê otonomiyê Yakûp Hamîdov ve hat xwendin.
CENEVRE: Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Cenevreyê, Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya navendî ya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan û tecrîd şermezar kirin. Di dema çalakiyê de ciwanan xwestin ji bendên li pêşiya avahiyê derbas bibin û bikevin nava avahiya Neteweyên Yekbûyî. Li ser vê yekê bûyer derket û 5 ciwan binçavkirin.
ZURÎCH: Li bajarê Zurîchê jî Kurdistanî û dostên wan li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. PYD, Tevgera Yekbûyî ya Demokratîk a Gelan û hêzên çep-sosyalîst ên Tirkiyeyî jî destek dan çalakiyê. Di axaftinên li vir de fikarên li ser rewşa tenduristiya Ocalan hatin bilêvkirin.
BASEL: Li bajarê Baselê jî bi şiyara “Jiyana Serok Apo jiyana me ye” li ber Parlamenta Kantona Baselê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya li vir de belavok hatin belavkirin û gel têkildarî tecrîdê hat agahdarkirin. Her wiha heyetek ji çalakgeran bi parlamenterên Partiya Sosyaslîst û rayedarên parlamentê re hevdîtin kir û daxwazên xwe ji wan re ragihand.
LÛZERN: Kurdistanî û dostên wan ên li kantona Lûzern a Swîsreyê dijîn, bi hilgirtina posterên Ocalan çalakî lidar xistin û ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û saziyên serbixwe xwestin ku biçin Îmraliyê û lêkolînan bikin.
SAÎNT AVOLD Û METZ: Kurdistaniyên li bajarên Metz û Saînt Avold ên herêma Lorraîne ya Fransayê dijîn, li Place de la Repûblîqûe ya Metzê li hev civiyan û xwestin, bi lezgînî tecrîd were rakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ciwanên Kurd li ser piyan e
Li Ewropayê çalakiyên ciwanan ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Fransa, Elmanya û Belçîkayê ciwan li kolanan bûn.
Li bajarê Creîl ê Fransayê, ciwanên Apoyî Pira Creîlê ku trafîk lê zêde ye, girtin. Ciwanên Apoyî bi qîrîna dirûşmên “Lîberte pour Ocalan-Ji Ocalan re azadî” rê li trafîkê girtin û tecrîd şermezarkirin. Ciwanan gotin, “Heta agahî ji Rêberê me bê girtin, em ê li qadan bin” û bang li her kesî kir ku ji bo Ocalan seferber bibin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, ciwanên Kurd li ber avahiya qenala destpêkê ya Elmanyayê ARD çalakiya protestoyî lidar xistin. Di çalakiyê de tecrîda şidandî hat şermezarkirin.
Li bajarê Bîelefeldê, endamên Ciwanên Azad li avahiya Radîo Bîelefeldê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.
Ciwanên Kurd li bajarê Dusseldorfê avahiya qenala WDR ragirt kirin û tecrîda li ser Ocalan, her wiha zextên dewleta Elman şermezar kirin.
Endamên Ciwanên Azad li bajarê Lîege yê Belçîkayê pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî” daliqandin û destnîşan kirin, ku heta Rêberê Gelê Kurd azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya ciwanan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li avahiya qenala France 3 çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin û ji rayedarên televîzyonê hat xwestin ku li ser rewşa Ocalan weşanê bikin. Piştî ku rayedaran soza weşanê dan, çalakî bi dawî bû. Ji bo azadiya Ocalan wê îro saet di 14:00 de li Meydana Canebîere meşeke girseyî bê lidarxistin.