Li gorî nûçeya di çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de cih digire, Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE’yê (CENTCOM), ji bo piştgiriya topan bide operasyona Reqayê hat îdîakirin ku Piyadeyên Behrê û hêzên lêder şandine Sûriyeyê. Hat diyarkirin ku nêzî 300 leşkerî 25-30 kîlometre li bakurê Reqayê hatine bicihkirin ku wê ev leşker bi obusên M777 ên ku guleyên 155mm diavêjin û helîkopterên Osprey piştgiriyê bidin operasyonê. Hat ragihandin ku 11’emîn Yekîneya Seferî ya Deryayê ya li Kuveytê bû şandine, ji bo ewlehiya hêz û komê pêk bîne dê yekîneyên din jî sewqî herêmê bên kirin. Li gorî agahiyên di çapemeniya DYE’yê de, qada ku dê sewqiyana nû lê bêkirin, ji herêmên ku di bin kontrola QSD’ê de ne pêk tê. Di nûçeyê de bal hat kişandin ser ku ev sewqiyata herî mezin a ku di carekê de hatiye pêkanîne. 



Rêbaz a li Iraqê jî ev bû


Heman rêbaz ji aliyê DYE’yê ve di operasyona Musilê de jî hatibû bikaranîn. Dema 12’emîn Tumenên Iraqê Musil dorpêç kirin DYE’ê pergala HIMARS danîbûn û bi êrîşê piştgirî dabû operasyonê.



Berî niha ragihandibû 

Fermandarê Operasyona Biryara Xwezayî ya Hêzên Yekîtiya Peywirê Stephen Townsend, ku bi pêşengiya DYE’yê li dijî DAÎŞ’ê şer dikirin, diyar kiribû ku yekîneyek çûye bi roketên HIMARS’ê piştgirî dane 500 leşkerên Amerîkayên ên li Sûriyeyê peywira xwe bicih tînin. Tê gotin ku ev yekîneya nû tê rêkirin dê cihê wan negire dê ji bo piştgiriya wan biçin wir. Her wiha balkêş e ku ev sewqiyat piştî li hevnekirina Serfermandarên Artêşê ên Tirkiye, Rûsya û DYE’ê pêk tê.



Piştgiriya bi QSD’ê re didomînin


Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê  Mark Toner di civîna çapemeniyê ya lidarxistibû de bi pirsa gelo dê piştgiriyê bidin QSD û YPG’ê rû bi rû bû. Toner wiha gotibû: “Em zûde piştgiriyê didin YPG’ê ya ku li bakurê Sûriyeyê din ava hêzên QSD’ê de ye. Wekî me berê jî gotibû, ew li dijî DAÎŞ’ê têdikoşin û ji bo ji holê rabikin gelek bi bandorin. Heta niha 6 hezar kilometre û ji dema di 4’ê Mijdarê de operasyon dest pê kir li derdora Reqayê ji 100’î zêdetir gund ji deste DAÎŞ’ê rizgar kirin. Em wekî DYE’yê hevkariya ku tê gotin din ava PKK û YPG’ê de heye bi rêzdarî pêşwazî dikin.” 



 ENQERE