SILAVA EBDILREHMAN/ANHA/QAMIŞLO
Perwerdeya 24 mamosteyên ji Reqa û gundewarên derdora wê bi dawî bû û ev yek gava yekemîn a amadekirina bingeha sîstema perwerdehiyê ya li Reqayê ye.
Ekademiya Perwerdeya Civaka Demokratîk a li gundê Til Hebeş a Amudê, dewreya perwerdekirina 24 mamosteyên Reqayê ku biqasî mehekê domî, bi dawî kir.
Pewerde bi navê şehîd Botan 15’ê Tîrmeha borî dest pê kir û tê de waneyên girîngiya perwerdeyê, dîroka jinê, jineolojî, dîroka Sûriye, şoreşa Rojava, sosyolojiya azadiyê û hwd hatin dayîn.
Buşra El-Xerb ku ji bajarê Tebqayê ye da zanîn ku wê bi îsrar xwest beşdarî vê perwerdeyê bibe û wiha pê de çû: “Armanca me ya piştî perwerdeyê, belavkirina zanistê ye û tinekirina nezaniya ku DAIŞ`ê ev çend sal in li herêmên me belav kiriye.”
Min wekheviya jin û mêr nas kir
Buşra dest nîşan kir ku xala herî bala wê kişand, wekheviya di navbera jin û mêr a di jiyanê de ye. Li gor Buşra da zanîn, bi vê perwerdeyê re baweriya wê zêde bû û kesayeta wê xurtir bû, lewma dikare xwe û civaka xwe bi pêş bixe û wiha dibêje: “Piştî ez vegerim Tebqayê, ez ê dest bi fêrkirina zarokan bikim. Di perwerdeyê de min naskir ku pêwîst e jin di nava civakê de xwedî cihek be û ji koledariyê xelas bibe.”