Xwepêşandanên demokratîk yê gelê Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Doh di roja 5. de jî li Çemçemal, Ranya û Hacîawa dîsa xelk daket meydanan û doza mafê xwe kir. Li aliyê din xwepêşanderan da zanîn ku mesele ne mûçe ye, ew dixwazin sîstemeke demokratîk bê cihbicihkirin. Tevgera Azadî jî li Germiyanê bang li aliyên mixalefetê kir ku li dijî gendeliyê bi tenê li dora sîstemeke demokratîk bibin yek dikarin bi ser kevin. Ev şeş roj in ku pêleke xwepêşandanan li gelek bajar, navçe û bajarokên Başûrê Kurdistanê belav bûye û ji ber nebûna sîstemeke adil daxwaza hilweşandina hikûmeta heyî dikin. Welatî daxwaza avakirina sîstem û rêveberiyeke nû ya ji nava gel derbikeve dikin. Doh jî xwepêşandanên girseyî li Çemçemal û Ranyayê ku her du jî ser bi parêzgeha Silêmaniyê ne, careke din pêk hat û gel li meydanan daxwaza avakirina sîstemeke nû ya demokratîk û hilbijartina rêveberiyeke nû ya dadperwer kir.   Bila polîs û pêşmerge derkevin Li bajarokê Hacîawa jî xwepêşandanê hebp û xwepêşander daxwaz dikin ku hêzên ewlehiyê ji Hacîawa bi temamî derkevin. Li Hacîawa ya ser bi navçeya Ranya ya Silêmaniyê, bi xwepêşandanê welatiyan daxwaza derketina hêzên ewlehiyê ji Hacîawa dikir dema ku me nûçe amade dikir. Li nav Hacîawa hêzeke zêde ya hêzên ewlehiyê hatiye bicihkirin û heta kêliya me nûçe amade dikir jî gelek kes kiribûn bin çavan. Di wan kêliyan de ku me nûçe amade dikir, hêzên ewlehiyê gule li xwepêşanderan direşandin û xwepêşandanê jî dewam dikir.   Daxwaz êdî ji mûçeyan bihuriye Welatiyên ku li herêma Helepceyê tevlî xwepêşandanên rojên dawî bûne, sedema tevlîbûna çalakiyan vegotin û daxwazên xwe anîn ziman. Karwan Hesen yek ji van xwepêşanderan e û dibêje, “Vê carê ne tenê mamoste, hemû beşên civakê beşdar bûn. Sedema wê jî qeyranên cidî yên ku Başûr bi wan re rû bi rû maye. Di çalakiyên berê de tenê daxwaza meaş dihat kirin. Lê niha daxwaza reform, pêşwazîkirina daxwazên kehrebe, av û xizmetguzariyê hene. Xuya ye ku ev hikûmet nikare pirsgirêkan çareser bike. Lewma divê hikûmet îstîfa bike, serokwezîk û alîkarê wî dest ji kar berdin.” Xwepêşanderekî din Ala Rauf jî dibêje, “Gel ji bo bidestxistina mafên xwe li kolanan e. Bi hezaran ciwan bêkar mane, tenê li Helepceyê 10 hezar ciwanên ku zanîngeh qedandine hene, lê bêkar in. Em êdî nikarin bi vî rengî bijîn. Daxwaza me ji pêşwazîkirina meaş û darayiyê bihuriye. Êdî baweriya me bi hikûmet û partiyên ku li ser navê me çûne parlamentoyê nemaye. Em dixwazin hikûmet îstîfa bike.  Pêwîst e li paytexta Herêma Kurdistanê jî xwepêşandan hebin, gel li ber parlamentoyê çalakiyan li dar bixe.”   Divê hemû aliyên mixalif kom bibin Li navenda Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya li bajarokê Kelarê ku ser bi îdareya Germiyanê ye, meclîsa herêma Germiyanê daxuyaniyeke çapemeniyê doh da. Hevserokê Tevgera Azadî ya Germiyanê, Hawrê Cebar daxwuyanî xwend û got, “Tenê bi rêya rêxistinkirina îradeya gel û avakirina sîstemeke demokratîk, sîstemeke gendel û jihevketî dikare ji holê were rakirin. Weke meclîsa Tevgera Azadî ya herêma Germiyanê, têkildarî van serhildanên girseyî em xwedî şêwaz û xeteke taybet a ayîdê xwe ne. Em nerazîbûn û xwepêşandanan weke mafekî rewa yê li hemberî vê sîstema ne adil a heyî dibînin. Lê, şewitandin û wêrankirina sazî û avahiyên hikûmî em hêjayî xwepêşanderan nabînin û layiqî daxwazên rewa yên xwepêşanderan nîne. Em bangawaziyê li hemû hêz aliyên derveyî desthilatê dikin ji bo bikarin ji daxwazên gel re bibin bersiv, bêne gel hev. Em ji dezgehên asayîş, polîs û pêşmergeyan jî daxwaz dikin ku nebin mertalên di destê desthilatê de, bibin parêzvanên gel û neteweya xwe. Her wisa, em daxwaza serbestberdana hemû kesên hatine binçavkirin, dikin û şifayê ji tevahî birîndaran re dixwazin.”    SILÊMANÎ  
Hewlêrê akademiyek jî girt   Hikûmeta Hewlêrê bi xwe li ser girtina saziyên civakî dewam kir û Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk asteng kir û girt. Asayîşa Hewlêrê vê carê jî xebatên Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk asteng kirin û şaxa wê ya Hewlêrê bêyî biryara dadgehê girt. Şaxa Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk a Hewlêrê plan kiribû ku doh li avahiya xwe bi mijara “wêjeyê” semînerekê li dar bixe. Lê semînera ku dê wêjenas û rewşenbîr tevlî bibûna, ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat astengkirin. Her wiha bêyî ku hincetek bê nîşandan şaxa akademiyê hat girtin. Rêveberiya Şaxa Akademiyê ya Hewlêrê têkildarî mijarê got, asayîşa Hewlêrê cara sêyemîn e bi darê zorê nahêle bernameyên rewşenbîriyê bên lidarxistin. Di dewama daxuyaniyê de ev pêkanîn hat şermezarkirin û hat gotin: “Ev helwêst diyar dike ku li ser azadiya ramanê û çalakiyên sivîl metirsiyek heye. Civaka Kurdistanê ji vê nêzîkahiya asayîşa Hewlêrê zêdetir aciz dibe. Her wiha rewabûna zagon û yasayên herêmê dixe bin gumanan.” Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê akademî tevî hemû astengiyan jî xebata xwe bidomîne. Têkildarî mijarê Serokê Giştî yê Akademiyê Faik Gulpî got: “Ev biryarek siyasî û feraseteke dîktatorî ye. PDK ditirse ku feraseta akademîk û zanyarî di nava civakê de belav bibe.” Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk di sala 2015’an de li Silêmaniyê hatiye vekirin û şaxa xwe li Hewlêrê jî hatibû vekirin. Hêjayî gotinê ye ku doh jî Rêxistina Têkoşîna bi Gendeliyê re STOP ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin.