Rêveberiya Şaredariyên Kantona Qamişlo xwedî li sozên xwe derket û dest bi çêkirina rêyên ketin û derketina Qamişloyê kir.

Şaredariyên Qamişlo yên Rojhilat û Rojava, par rêyên ketin û derketina Qamişlo çêkiribûn. Lê ji ber sedemên derfetên kêm,

ne pisporî û xetên avê, çêkirina rêyan nîvçê  mabûn. Piştî wê salekê rêyên çêkirî jî xirab bûn. Ji ber toza ku havînê radibû û heriya zivistinê gelê Qamişlo aciz dibû. Îsal piştî cejna Remezanê Rêveberiya Şaredariyên Kantona Qamişlo dîsa dest bi projeya çêkirina rêyan kir. Beriya hefteyekê rêveberiyê dest bi çêkirina rêyan kir.

Li gorî agahiyên hevserokê Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mihemed Hisên dê rêya Rojhilatê Qamişlo 5 km û 500 metre, rêya Rojavayê Qamişlo jî 3 km û 200 metre bê çêkirin. Di heman demê de dê firehiya rêyan 18 metre bê çêkirin û dê xebat heya meha 11´an bidomin.

 QAMIŞLO