Aldar Xelîl: Ji ber zihniyeta faşîzmê û çanda qirrkirin û hilweşandinê ya rejîma Tirk, tehlûke dewam dike û cidî ye. Em teqez dikin ku bijarteya me berxwedan û têkoşîna gel a li dijî her kesê li dijî destketiyên me ye.

AYSELAVESTA / NAVENDANÛÇEYAN

Berpiryarê komîteya dîplomasî a TEV-DEM´ê Aldar Xelîl der barê rewşa Minbic û hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava û Bakûrê Sûrî nirxandin. Aldar Xelîl got, Emerîkayê armanca xwe li Sûriyê bi sê xalan diyar kiriye û ew jî, tinekirina DAIŞ´ê, kêmkirina rola Îranê li Sûriyê û çareseriyeke siyasî li Sûriyê ye. Li gorî Xelîl yek ji van armanca jî neçûye serî.

Aldar Xelîl, Minbic weke herêmeke stratejîk bi nav kir û got, “Minbic beşek e ji rêveberiya xweseriya demokratîk a bakur û rojhilata Sûriyê, û bingeheke ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê.” Xelîl daxuyaniyên rayedarên Emerîkî û Fransayê yên piştî danezana vekişîne, erênî nirxand û got, xebata dîplomatîk girîng e. Xelîl ji rojnameya me re peyivî.

Çima dewleta Tirk dixwaze Minbicê dagir bike, girîngiya Minbicê çi ye?

Armanca rejîma Enqerê dagirkirina tevahî Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ye. Dixwaze bi tevlîheviyê aramiya li herême şêlû bike, krîz û aloziyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Rejîma Enqereyê dixwaze pirsgirêk û krîzên xwe yên hundir di rêya hilweşandina sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk li Minbicê veşêre û bi dagirkirina Minbicê re di hilbijartinên cihî de bi ser keve. Tiştekî diyar e ku dewleta Tirk israr dike Minbicê dagir bike. Di ser Minbicê re hewl dide, zextê li ser Helebê bike û rêyên wê kontrol û dorpêç bike. Piştî ku bajarê Minbicê 12´ê tebaxa 2016 an bi ked û berdêlên mezin ji aliyê hezên YPG-YPJ´ê ve ji destê çeteyên DAIŞ´ê hat rizgarkirin. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkez û Turkmen, bi rêya meclisa eskerî û ya sivîl, li herêmê bi aramî xwe bi rêkxistin kirin.

Hezên Koalîsyona navneteweyî li Minbicê he ne?

Li bajarê Minbicê, meclîsa sivîl kar û barên civakî dike û meclisa eskerî jî ewlehiya bajêr misoger dike. Ji bo ku di navbera Minbicê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer dernekeve hêzên koalîsyona navneteweyî rola dewriye dikir da ku şer neqewime.

Piştî  biryara vekişîna Emerîkayê ji Sûriyê ti guhertin li cihê cih çêbûn?

Em li ser biryara vekişîna Emerîkayê ji Sûriyê matmayî nemane, lê belê dema wê ne guncaw bû. Her kes dizane ku Emerîkayê armanca xwe ya li Sûriyê bi sê xalan diyar kiribû:

Tinekirina DAIŞ´ê, kêmkirina rola Îranê li Sûriyê û çareseriyeke siyasî li Sûriyê.

Lê belê yek ji van armancan jî pêk nehatiye, neçûye serî, û beravajî wê tehlûke û gefên Tirkiyeyê li ser Rojava zêde bûn.

Li vir em dixwazin balê bikşînin ser wê xalê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilata Sûriyê hat damezrandin berî ku  hevpeymanên me bi Koalîsyona navneteweyî re li dijî terorê çêbe. Û em bi îradeya gel a berxwedanê li dijî dagerkeriyê ne.

Peywendiyên we bi Koalîsyona navneteweyî re di çi astê de ne û karên we yên bi hev re çi ne?

Karên me yê hevbeş ew bû ku em terorê li herêmên me tine bikin. Li ser vî esasî em karê xwe dewam dikin. Em bi erênî li gotinên reyedarên Emerîka û Fransayê yên piştî biryara vekişîna Emerîkayê ji Sûriyê dinêrin. Bi taybetî piştî helwesta Fransayê ya ku dest ji hevkarê xwe berneda. Di vir de jî diyar bû ku tevgera dîplomasî, hevdîtinên siyasî, projeya demokratîk bi rengekî giştî bandoreke erênî li ser raya giştî ya cihanê kiriye.

Daxuyaniya ´YPG´ê hezên xwe ji rojhilata firatê kişandin û hêzên rejîma Sûriyê vexwendin Minbicê´ di esas de çi ye, û hêzên li Minbicê ji kê pêk tên?

Jixwe, Hêzên YPG/ YPJ´ê ne li Minbicê bûn ku vekişin. Lê li gorî daxwaza welatiyên Minbicê ji bo rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ´ê di Tebaxa 2016´an de YPG/YPJ çû Minbicê û bajar ji çeteyan rizgar kir. Piştî ku Meclisa Eskerî a Minbicê hat damezrandin, YPG´ê hezên  xwe ji bajêr vekişandin. Li dijî êriş û gefên li ser bajêr, diviyabû hemû hêz bi erken xwe rabin û bi vê armancê vexwendina hêzên dewleta Sûriyê hat rojevê. Em teqez dikin ku hin xalên sereke divê li ser bên lihevkirin ji bo ku welatiyan ji tehlûkeyê biparêzin. Aniha hêzên artêşa Sûriyê li hin gundên bakur û rojavayê Minbicê cih girtine, lê li navenda Minbicê ji derveyî yên ser bi Meclisa Bajêr ti hêz tine ne.

Hevpeymanên û xeteriyên ku li ser Minbicê çi ne, tedbîr û paşeroja wê çi ye?

Minbic ji bo me herêmeke stratejîk e. Minbic beşek e ji rêveberiya xweseriya demokratîk a bakur û rojhilata Sûriyê ye û bingeheke ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ye. Berxwedana gel û tevgera dîplomatîk, gefên dagirkeriya dewleta Tirk li ser gelê Minbicê û destketiyên Rojaveyê Kurdistanê bi bin xist.

Ji ber zihniyeta faşîzmê û çanda qirrkirin û hilweşandinê ya rejîma Tirk, tehlûke dewam dike û cidî ye. Em teqez dikin ku bijarteya me berxwedan û têkoşîna gel a li dijî her kesê li dijî destketiyên me ye. Her wiha ev biryaradarî di berxwedana Serêkaniyê ya 2012´an hat nîşandan û her kesî dît ku me nûnertiya xeta sêyemîn a siyaseta demokratîk di aloziya Sûriyê kir. Ev projeya me ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê bû mînak.