
Rêxistinên mafên mirovan ji bo kiryarên komkujiya Roboskiyê bên dîtin û darizandin çalakiya xwe ya her hefte li dar dixin pêk anîn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo kiryar bên dîtin ji rayedarên dewletê re name hate şandin. Rêveberên rêxistinên mafên mirovan ÎHD, MAZLUMDER û TÎHV'ê li ber Postexaneya Konakê hatin cem hev û pankrata "Platforma Edaletê ya Roboskiyê" û "Ji sînoran re înat edalet" vekirin. Li ser navê komê Seroka MAZLUMDER'ê ya Îzmîrê Julîde Tunakan daxuyanî xwend û diyar kir ku rayedarên hikûmet her tim ji bo kesên sivîl ên li Suriyeyê tên qetilkirin bertekan nîşna didin lê ji bo kesên sivîl ên li welatê wan tên qetilkirin şuna lêborînê bikin ji ber serkeftinê Serfermandar pîroz kirin û vê yekê daxwaz civakê ya edaletê qetil kir. Tunakan, anî ziman ku ew dê hate li Roboskiyê edalet pêktê dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Piştî daxuyaniyê nameyên hatin amadekirin ji Serokomar, Serokwezîr, Wezîrê Karên Hundir û Wezîr Dadê re hatin şandin.
Nameya Salîh Urek
"Ez Salîh Urek im. Ez hêj 16 salî me. Ez ji 34 canên 5 saetn di bin berfê de di tariya şevê de têkoşîn kirin im. Bombeya yekemîn a ket tê bîra min. Pişt re deng qut bûn. Ji asîmanan yek bi yek milyate dihatin xwarê û derdorê kesên bêhna xwe ya dawî didan... Ji bîlî xwîna ji dev û pozê min dihat hemû tişt gelek sar bû. Piştî demeke dirêj min dengê gundiyan bihîst. Û careke din qêrîn, êrş û neçarî. Zanîn hêj ez nemirim e ez li hêstirekê barkirim. Piştî re ez hînbûm ku leşkeran ambulans daye rawestandin. Çi na be, çareke din hestirên me yên em bi hev re diçûn nan qezenc bikin û diçûn mirinê em bi tenê nehiştin. Careke din ez li ser pişta hêstirekê birim. Û disa min li ser pişta hêstirekê jiyana xwe ji dest da. Lîse dê îsal qetiya ba. Kî dizane dibe ku min beşeke baş qezence kiriba û jiyanek baş avakiriba. Di şeveke bêdeng de bê lêpirsîn bombeyên dewlê yên teknolojîk xeyalên min ên biçûk tepisandin. Hebûna min ji hebûna wan re bû diyarî. Ez dixwazim hesat canê min ê ku min li ser pişta hêstirê da bê pirsîn. Ez bang li we dikim; Heke bombeyên ez kuştim EDALET jî nekuştibe, Ez daxwaza EDALETê dikim... Gelo "EDALET" mafê hemû kesî nîn e? Bi xatirê we..."
DÎHA/ÎZMÎR