Hunermendên Kurd ên li Ewrûpayê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê ya li Rojava a li dijîdagirkeriya qirker a dewleta Tirk, konserek li bajarê Elmanyayê Kolnê da. Hunermendên Koma Berxwedanê yên di bin banê TEV-ÇAND´ê de konser organîze kir. Hunermendan sirûd, helbest û stranên ji bo Rojava gotin. Hunermendan banga yekîtiya neteweyî û seferberiya ji bo Rojava kir. Piştî rêzgirtina li ber sirûda Ey Reqîb, Xelîl Xemgîn got, “Dewleta Tirk bi tevahiya hêza xwe êrişî Kurdan dike û hewl dide îradeya wan bişikîne. Lê nikare. Gelê Kurd û ciwanê wî li her deverê li ber xwe didin. Em jî, em ê li vir berxwedana xwe dewam bikin.”
Di konserê de ji her çar parçeyên Kurdistanê hunermend amade bûn. Bengî Agirî yê ji Amûdê strana ‘Havênê Azadiyê’ got. Hozan Comerd bi enerjiya xwe ya bê dawî di konserê de bû û wî got, “Dewleta Tirk hebûna miletê Kurd û felsefeya jiyanê ya Rêber Apo, nikare qebûl bike.”
Xanemîrê Tetwanî jî strana xwe bi silavkirina Şoreşa Rojava bi dawî kir.
Beha Şêxo yê ji Rojava jî strana xwe got û pê re jî ev peyam da: “Kurd hemû divê êdî bibin yek. Ji bo ku moralê miletê me zêde be, divê em her tişta ji destê me tê bikin.”
Boykot helwêsteke bi rûmet e
Hunermend Mihemed Şiwanî yê ji Başûr jî piştî strana xwe got, “Miletê me li Başûr ji bo piştgiriya bi xelkê Rojava re biryara boykotkirina malên Tirkî da. Ev helwêsteke bi rûmet e.”
Hunermend Şehzad a ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sine jî got, miletê Rojhilat tevî zilma molayan jî ji bo Rojava daketine meydanan: “Bi hezaran kes bi slogana ‘Bijî Rojava’ meşiyan. Ev şoreşek e. Ev şoreşa miletên me ye.”
Ev hunermendên li jêr beşdarî konserê bûn:
Ali Ikizer, Ali Geçimli, Koma Hezex, Aryah, Almaz, Amele, Amed, Baran Heso, Binefş, Beha Şêxo, Bêrîvan, Bulent Turan, Bulent Ero, Bengî Agirî, Cewad Merwanî, Comerd, Deniz Deman, Diyar Dêrsim, Dîno, Deza Amed, Ferhat Tunç, Farqîn Azad, Farûq, Gulistan, Hozan Zozan, Hekim Sefkan, Jiyan Omer, Kawa, Kawa Urmiye, Loqman, Memo Gul, Memo Yapıştıran, Memo Drams, Mazlum Rewşen, Merdan, Maruf, Nûarîn, Narînxan, Peywan Arjîn, Xanemîr, Xelîl Xemgîn, Xemdar, Seyidxan, Sosin, Salah Resûl, Seyda Perinçek, Sîmar, Serdar Azad, Şemdîn, Şeyda Qewamî, Şengul, Mahmûd Omeri, Welat, Zozan Zûdem, Zinar Sozdar, Zarîfe, Zahir, Ronî Erez, Yasîn Poyraz, Şêro Betê, Şerîf Omerî, Şehzad, Tîtalê Feyzo, Mihemed Şiwanî, Zuhêr Cemîl, Fehîm Seîd, Ela Selehyan.
KOLN