
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), diyar kir ku der barê komkujiya di 29’ê Gulanê de li gundê Tilêliyê ya Serêkaniyê komkujiya ku pêkhatiye û 7 jê zarok 15 kes hatiye qetilkirin de agahî bidestxistine û got fikara wan eve ku şêniyên dinjî di hedefa wan de ne. Rêxistinê destnîşan kir ku ev malbatên ereb bi îdiaya ku piştgirî dane YPG’ê an jî wek Kurdên Êzdî tên dîtin û hedef tên girtin.
Midûrê Bernameya Başûrê Efrîka û Rojhilata Navîn ya rêxistinê Phîlîp Luther got: “Ev cînayet, sûcên li dijî mirovahiyê û şerê sûc ji bêcezabûnê fêdeyê digirin ji derveyê mirovahiyê pêk tên. Luther bi lêv kir ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxwaz dike ku ev êrîşên komên çekdar yên aliyên şer û DAIŞ’ê bila demildest bi dawî bin.
Koçberî tê ferzkirin
Di berdewamiya daxuyaniyê de îfadeyên şahidekî ku piştî bûyerê çûye gund jî weşand û got: “Piraniya qurbaniyan bi guleyan li serê wan xistine û qetilkirin. Ev agahî ji Nexweşxaneya Serêkaniyê hatiye girtin. Du birîndar jî birin nexweşxaneyê. Di komujiyê de ji du malbatan 5 mêr, 3 sê jin û 7 zarok hatine kuştin. Ev ji gundê El Sfeera ya girêdayê Halepê ne. Van kesan axa aydê Kurdê Êzdî dişuxulandin. Piştî ku DAIŞ’Ê ev qad kir bin kontrola xwe şûnde Êzdiyan di sala 2013’an de ev gund terk kirine. Luther balkişand ser êrîşan û diyar kir ku armanca vana êrîşan eve ku nifûsa li vir terorîze bike û koçberiyê li wir ferz bike ye.
Dadgeha Cezayê Giran
Rêxistinê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji bo ku ev sûcên şer ên li Tîlleliyê hatiye kirin bibe mijara lêpirsîneke bê alî û kujer bê tespîtkirin û derkevin pêşberê dadê, bila dozgerê Dadgeha Cezayê ya Navnetewî bike dewrê. Her wiha rêxistinê da zanîn ku ji Tirkiyeyê jî xwest ku bila di serî de endamên DAIŞ’ê ku li ser axa wan e û kesên sûcên şer yên li Sûriyeyê pêk anîne an jî talîmta sûcê şer dane de lêpirsînê bide meşandin.
Rêxistinê bi berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Ligel vê divê hikûmeta tirk tevlibûna komên çekdar û DAIŞ’ê ku zirarê dide hiqûqa mirovahî ya navnetweî û sûcên şer dikin de asteng bike û divê pêşî lê bigire ku çek negihêjin wan.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji dewletên Korfezê xwest ku dest ji dayîna her cureyê piştgiriyê ya ji bo DAIŞ û komên çekdar yên li Sûriyeyê, berdin.
LONDON