Li ser banga KNK ê, ku di Konferansa Parîsê de Komîteya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatibû hilbijartin. Komîteya Pistgiriya Rojava, roja 02.03.2013 de, bi beşdarbûna endam û nunerên sazîyan civîna xwe li navenda KNK ê pêk anî. Civîn bi tevayî li ser kar û xebatên piştgirtinê û li ser pirsgirêkên herêmê, rewşa herêma Rojavayê Kurdistanê û Suriyê rawestiya. Di encama civînê de plansazîyek xebatê hate çêkirin û kar li endaman hate belavkirin.
Xebata alîkarîyê ya ji aliyê kesayetî, komele û saziyan pêk hatibû hate nirxandin. Komîteyê girîngiya xebata tevahî ya hemû çalakvan û komelayan pîroz kir. Kampanya ku Heyva Sora Kurdistanê daye destpêkirin weke karekî girîng destnîşan kir û daxwaz kir ku alîkarî ji îro pê ve ji bo Rojava bi awayekî navendî di bin sîwana Heyva Sora Kurdistanê de were komkirin û bi yekdestî here welêt, herweha ev alîkarî bi rêya Destaya Bilinda Kurdî were belavkirin. Komîteya Piştgiriya Rojava, Destaya Bilinda Kurdî weke nûnerê Rojavayê Kurdistanê dibîne û bang li hemû partî û saziyên Kurdistanî dikin ji bo pêşdebirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind destek bikin.
Beşdarên civînê, gelek girîngî dane hevkariya kêmenetew û olên cuda, mîna Ermenî, Asûrî, Suryanî û Êzîdî, di nava Rojavayê Kurdistanê de.
Beşdarên Civînê, daxwaz ji gel, partî û saziyên Bakur diki, ku zext li ser Dewleta Tirk bikin, ji bo vekirina deriyên sînorên Kurtdistanê, bi teybet li herêma çiyayê Kurmênc (Afrîn) û Kobanê ji ber aloziyên wanî maddî vebin.
Beşdaran pêwîstî dîtin ku bang li Destaya Bilinda Kurdî bikin, da ku di zûtirîn demê de li Ewropa nûnertiya xwe diyar bike û dest bi xebateke bi berhem bike. Komîteyê bang li dewlet û saziyên navneteweyî dike ku herêma Rojavayê Kurdistan ji alîkariyên wanî maddî yên ku ji Suriye re diçe, bêpar nemîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dijminên gelê Kurd, gelek hêz û dewlet dixwazin û planan pêktînin ku Rojavayê Kurdistan ji miletê wê vala bibe. Ev xeterek e mezin e bo herêmê. Em bang dikin ku gel welatê xwe terk neke. Yên ku heta îro jî, ji ber hin sedeman çûne li derfetan bigerin û vegerin ciyê xwe.”
BRUKSEL