
Ji ber ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê û girtina deriyên sînoran û êrîşên komên çeteyan pêdiviyên jiyanî yên mîna derman û alavên tenduristiyê jî peyda nabin. Têkildarî mijarê Berdevka Heyva Sor a Kurd Meha Omo diyar kir ku Heyva Sor di nava hewldanan de ye ku derman û pêdiviyên tenduristî ji bo Rojava peyda bikin. Omo, da zanîn ku Heyva Sor a Kurd bi saziyên mirovî ketiye nava têkiliyan da ku dermanan ji bo herêmê peyda bikin.
Der barê astengî û zehmetiyên li pêşiya wan de Meha Omo ev tişt anîn ziman : "Derman pir kêmbû ne, her wiha di demeke ku pêdiviya Rojava zêde bûye de gelek bijîşk koçber bûne. Karê nexweşxaneyên Qamişlo zêde bûye. Gelek nexweşên ku pêdiviya wan a rojane bi dermanan heye di rewşeke xeterde ne, dermanên wan peyda nabin.’’
Endamê Heyva Sor a Kurd doxtor Kamîran Hisên jî diyar kir ku pêdiviya nexweşxaneyên Rojavayî Kurdistanbê bi awayekî lezgînî bi dermanên nexweşiyên gurçik, şekir, penceşêr û bêhinçikandinê heye.
Hisên da zanîn ku herî zêde pêdiviya nexweşxaneyan bi van dermanan heye:
"Metformin glebanzaide + metformin - amlodipine - ramprill - acid sasylis - amoxcilline -sephalosporin cefatrixone - lbou brofen - sytamoll - salboutamol - lnsuline - metronidazole - diclofenac sodium - metoclobramide - doloxkam - dolazam - ranitidine - claritromaycine - guigouz". Her wiha dermanên ji bo gurçikan de tên bikar anîn û dermanên nexweşiyên Penceşên mycophenolate mofetil +cellcpt."
Hisên destnîşan kir ku ji bilî dermanan jî pêdiviya wan a lezgîn bi gelek alavên ku di mudaxeleyên tendurstî yên lezgîn de têne bikar anîn jî heye û ev pêdivî wiha rêz kirin: "Alavên veguhestina xwînê, bilaster, şaş û pembo, hemû cûreyên tayên dirûna emeliyata, lepik, şaş dexit, cebsîn ji bo cibara hestiyan, qesteta gurçikan, bofidoon, pêdiviyên benckirinê û hemû pêdiviyên din ên mudaxeleya lezgîn tên bikdar anîna heye."
Hisên bang li hemû saziyên mirovî yên navneteweyî kir da ku alîkariyê bi gelê Rojava re bikin.
QAMIŞLO