
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca bilê bikişîne ser ambargoya li ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku komkujiya li ser Rojava her ku diçe mezin dibe û ev tişt got: “Gelê Rojava hem ji hêla rejîma Esad ve û hem jî ji hêla çeteyan ve rastî êrîş û komkujiyan tê. Ambargoya ku niha Israîl li ser Gazzeyê dide meşandin, hikûmeta AKP’ê jî li ser rojavayê Kurdistanê dide meşandin. Hêzên girêdayê Esad bi operasyonên hewatî êrîşê Kurdan dikin, çeteyên ku ji hêla dewelta Tirk ve jî ten perwerdekirin jî li bejahî ve êrîşê Kurdan dikin. Pevçûnên ku li Serêkaniyê diqewimin jî minakên vê hovîtiya li dijî Kurdan e.”
KCD’ê aşkera kir ku her roj herêmên Kurdan tên bombebarankirin û bi dehan welatî bi hovanê tên qetilkirin. KCD’ê ev tişt got: “AKP ji hêlekî ve amborgoya li ser herêmê dişidîne, ji hêla din ve jî çeteyên perwerde dike û dişîne ser gelê herêmê. Bi vê bêexlaqiyê dixwazin gelê Kurd bi birçîbûnê terbiye bikin.”
‘Kampanyayê mezin bikin'
Di daxuyaniya ku li dijî êrîşan banga yekitiya neteweyî hatkirin de ev tişt hat gotin: “Gelê rojavayê Kurdistanê di serî de ji çar parçeyê Kurdistanê û hemû gelên cîhanê yên ku li dijî nirx û destkeftiyên gelan bi hurmet e, piştgiriyê dixwaze. Piştî vê bangê li çar parçeyên Kurdistanê kampanyayên piştgiriyê hatin destpêkirin; lê divê ev kampanyayên ku behsa wan tên kirin hê bêhtir bên berfirehkirin. Ji bo wê divê ev kampanya li hemû navçe û bajaran bên destpêkirin û bi awayekî rêk û pêk bên koordînekirin. Ev alîkariyên ku li navçe û bajarên me tên herhev kirin divê li gorî beşên wan bên pakêtkirin û bi rêk û pêk bên şandin. Alavên ku wê bên berhevkirin, dê teslîmê Şaredariya Nisêbînê bên kirin”
DÎHA/AMED
Alîkarî gihişte Serêkaniyê
Alîkariya ku ji hêla gelê başûrê Kurdistanê ve hatibû behevkirin, duh gihişte bajarê Serêkaniyê. Alîkariya ku gihandin bajêr di bin parastina YPG’ê de gihişte bajêr. Welatiyan alîkarî radestî komîteya xizmetan a Desteya Bilind a Kurd kir. Alîkariya ku ji hêla DBK’ê ve hat wergirtin, dê ji aliyê komîteyê vê li taxên Serêkaniyê bê belakirin.
Jinan dest bi alîkariyê kirin
Şaredarên jin ên BDP'î û endamên meclîsa jinan ên BDP'ê ji bo alîkariyê bidin jinên penaber ên Sûriyê ku koçî Serêkaniyê kirine dest bi kampanya alîkariyê kirin. Jinan di çarçoeya alîkariyê de li salona Konferansê ya Şaredariya Rezan a Amedê civîn pêk anî. Di civînê de Wekîla Şaredara Rezan Sema Koç û Yuksel Aslan Acer û gelek jinên din amade bûn. Jinan piştî civînê starta kampanyayê da. Kampanya ku ji aliyê jinan ve bê meşandin dê di serî de ji bo zarok û jinan alîkarî bê komkirin. Di çarçoeya kampanyayê de dê alîkariya wekî riz, fazûlî, nok, nîsk, rûn, xwê, salça savar çay û şekir bên komkirin. Jinan di civinê de bang li kesên ku dixwazin alîkariyê bikin kir û xwest ji bo alîkariyê serî li Şaredariya Rezan bidin.