Li Êlihê welatiyên ku li ser tora civakî xwe rêxistin kirin û bi armanca li Rojava êrîşên li ser sivîlan qetliyaman pêk tînin şermezar bikin çalakiya “mirovên radiweste” pêkanîn. Çalakiya ku li Parqa Ataturk pêkhat, rêveberên BDP’a Êlihê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn û destek dan welatiyan. Welatiyan ji bo rayagiştî ya Tirkiye û cîhanê li hemberî êrîşên li Rojava pêktên bêdeng nemînin bi deqîqeyan çalakiya “mirovê radiweste” pêkanîn. Welatiyan pişt re çalakiya runiştinê li darxsit û pişt re bi awayekî bêdeng dawî li çalakiya xwe anîn.
Li Şirnexê ciwanê bi navê Welat Saltan bi boneya êrişên çeteyan yên li hember Rojava şermezar bike çalakiya "Mirovê rawestî" dabû destpêkirin û şev jî çalakiya xwe berdewam kir. Saltan hat Qada Cumhuriyetê dest bi çalakiya rûniştinê kir û pêj şev jî BDP'a Şirnexê, Şaredarê Şirnexê Faîk Saltan û nûnerên saziyên civakî û bi sedan ciwan pişgirî dan çalakiyê. Çalakiya ciwanan 3 saetan berdewam kir. Di çalakiyê de dûrişmên "Gelê Rojava bi tenê nîne", "Bijî berxwedana Rojava", "Bimre El-Nusra, bimre El-Kaîde", "Rawestîne, rawestîne komkujiyê rawestîne", "Destên dirêji Kurdan be bên şikestin" û "AKP destê xwe ji Rojava bikşîne" hat berzkirin.
Li navçeya Gimgima Mûşê piştî bihezaran kes ji cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Xelîl Aktar (Fîraz Eylo) vegeriyan li navenda bajarê Gimgimê, li gel pankartên “tenduristiya Rêberê me tenduristiya me ye”, “Em Şoreşa Rojava silav dikin, em êrîşên li ser Serêkaniyê şermezar dikin” meşek bi sernavê “Ji Ocalan re azadî” û “Şoreşa Rojava silav dikin” pêkanîn. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” “Ocalan”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serhildana Rojava” berzkirin.
BDP’a Sancaktepeya Stenbolê komkujiya çeteyên El Nusra ya li dijî Kurdan li ser riya Sarigazî Demokrasiyê bimeşekê protesto kir. Bi sedan kesên li hev kombûn bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî şoreşa Rojava”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana YPG’ê” berzkirin û pankartên “Eniya El Nusra çeteya AKP’ê”, “Ambargoya Rojava sûcê mirovahiyê ye” vekirin û bertek nîşanî ambargoyê dan. EMEP, Partîzan, Kaldiraç, DHF, ESP, SODAP, Aka-Der jî piştgirî dane meşê.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Ranyayê çalakî
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi pêşengiya Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistan (PÇKD), Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK), Rêxistina Hemwelatiyên Azad û Yeksan û Komeleya Gencanî Welatparêz xwepêşandanek hat kirin. Di xwepêşandanê de berxwedana Rojava hat silav kirin, piştgirî ji bo berxwedana YPG’ê hat nîşandan, êrîşên û komkujiyên ji aliyê komên çete ve tên kirin hat şermezar kirin û bang li tevayî gelê Kurd hat kirin ku li hember komkujiya li ser gelê Rojava bêdeng nemînin. Di xwepêşandanê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, PYD, PÇDK, YPG, YPJ, RJAK û Gencanî Welatparêz hatin rakirin. Her wiha di xwepêşandanê de durûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Bijî berxwedana YPG û YPJ" hatin berzkirin.
Her wiha di xwepêşandanê de bang li Hikûmeta Herêmê hat kirin ku hîn pir direng nîne deriyê sinor yê navbera Rojava û Başûr ango deriyê Sêmalka veke û rê nede ciwan ji Başûr li ser navê cîhadê biçin gelê Rojava qetil bikin.
Li Almanyayê Kurd li ser piyan bûn
Kurdên li Almanyayê dijîn ji bo piştgiriyê bidin şoreşa Rojava û êrîşên li ser gelê Kurd şermezar bikin li gelek bajaran xwepêşandan pêkanîn. Bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan li Eyaleta NRW, li Bonnê, Hamburg, Hannover û Bremenê tevli meş û mitînga bûn û ji rayagiştî ya Ewropa û cîhanê daxwaz kirin ku li hemberî komkujiya li Rojava tê kirin bêdeng nemînin. Her wiha kesên ku tevli meş û mitîngan bûn bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî YPG” berz kirin û peyamên “Gelê Rojava bitenê nîne” dan.