Dr. Barî Mehmûd  endamê Komîteya Rêveber a Komeleya Bijîşkên Kurd li Almanya ye. Ev 23 sal in doktorê dirana ye û niha li Berlînê klînîka xwe ya taybet heye.  Her wiha mastera xwe li ser çandina diranan (Implantology) amade dike. Xelkê Qamişloyê ye. Dr. Barî Mehmûd derbarê xebatên xwe axifî.


Kengi û çima hûn çûn serdana Kampa Domiz?

Di Cotmeha 2011’an de ez beşdarî 3’mîn Kongreya Mezopotamya ya Tibê li Dihokê bûm. Min semînarek li ser girêdana nexweşiyên di navbera dev û dil de pêşkêş kir.  Piştî kongrê tevî çend hevalên xwe em çûn kampê. Wê demê pir piçûk bû, hin malbatên Rojava piştî serhildana 2004'an li wir bi cih bûbûn. Herwiha komela me ji 2009’an ve, salane diçû kampên penaberên li Başûrê Kurdistanê û carekê jî me serdana Wargeha Mexmûrê kir. Lê piştî şoreşa Rojava, me berê xwe da nav penaberên Rojava.

Rewşa tenduristiya mirovan çawa bû?

Di Mijdara 2012’an de em tîmek dîsa tevî amûrên tibî û dermanan em çûn Kampa Domîzê. Wê demê hejmara penaberan bi ser 60 hezar kesî  ketibû. Cî û kon nemabûn ku malbat tê de bicih bibin, lê derman heta radeyeke baş, ji aliyê rêveberiya saziya tenduristiyê ya Dihokê ve di hatin pêşkêşkirin. Bijîşkên girêdayî Saziya Bijîjkan a Bêsînor jî di nav wan de kar dikirin û çend komeleyên xêrxwazî jî alîkarî dikirin. Lê di rewşeke ku rojane 300-400 kes li wan zêde dibûn, ew alîkarîyên ji hikûmet, gel û rêxistinên başûrê Kurdistanê ve dihatin pêşkêşkirin, nema têra wan dikirin.

Pirsgirêkên sereke yên penaber pêre rû bi rû ne çi ne?

Heta niha me zor û zehmetî di çûn û hatinê de nedîne, lê pêdiviyên wanî di jiyana rojana de pirin. Wekî cih û kon.. Taybetî jî eger malbat mezin be an jî ava pak ji bo vexwarinê, an jî av ji bo destavê û wek van tiştan nebû. Ji wan re zor bû ji ber ku dibin sebebê belavbûna nexweşiyan di kampê de. Bi taybet di demsala havînê ev xetere zêdetir dibin.  Ez bawerim rewş niha baştir e. Di Adara 2013’an de ez dîsa li wir bûm. Erê hejmar zêdetir bû ye lê alîkarî jî ji wan re zêde bû ye. Hikûmeta herêma Kurdistanê ji wan re nexweşxaneyek piçûk avakiriye û pêdiviyên wan bêhtir bi cih bûn lê dîsa jî dimîne kampa penaberan.

Ji bo Rojavayê Kurdistanê ku niha di rewşeke xirab de ye  projêyên we hene gelo?

Belê di Adara 2013’an de bi nave Komela Bijîşkên Kurd li Almanya ez çûm kampê û min derman ji wan re birin. Lê piştî ku rewşa Rojavayê Kurdistan zortir bû, komela me biryar da ku alîkariyên me derbasî rojava bibin. Liser wê biryarê, piştî kampa Domîzê ez di Adara 2013’an de, du caran çûm Rojava û dermanê Almanî  û şîre zarokan min bi xwere derbas kirin. Handina dermanan ji bo rojava jî, piştî adara 2013’an berdewam e.
Îro rojavayê Kurdistan di rewşeke zor û zehmet de ye, hêvîdarim hemûkes û rêxistinên hûmanîter berê xwe bidin Rojava û destên alîkariyê ji gelên Rojava re dirêj bikin.

SUNA ALAN