Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mirovên Katolîk û Protestan li bajarê Basel ê Swîsreyê şeveke duakirinê organîze kir.
Li Dêra Elîzabethen a dîrokî keşîşên jin ên Katolîk û Protestanan dua kirin.
Di dîroka Dêra Elîzabethen de piştî 30 salan ev cara yekê ye ku ayîneke polîtîk hate kirin. Di ayînê de ji bo gelên li Rojava dua hate kirin û hêzên dagirker hatin şermezarkirin.
Di şeva duayê de ku Kurd û dostên wan beşdarî bûn, Keşîşa Katolîk Monica Hungerbuhler û Keşîşa Protestan Monica Widmer Hodel dua kirin û nifirên jinê di dema Şerê Duyemîn ê Dinyayê de li heps û zindanên Naziyan de girtî bûn, xwendin.
Piştî duayan, beşdaran find pêxistin û piştre hunermendên Ermen stran gotin.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê jî bal bire ser armancên êrişên dewleta Tirk û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze şoreşa li Rojava tine bike ku di nava vê şoreşê de jiyana hevpar a gelan heye.
Di şeva duakirinê de ji bo têkoşîna gelê Kurd a li Rojava banga xwedîderketinê hate kirin.
BASEL