Li Hamburgê ciwanan pankarteke li ser nivîsandî “Rojava biparêze” hilgirt û ji rêwiyan û raya giştî xwest beramberî dagirkeriya qirker bêdeng nemînin û zextê li hikûmeta xwe bikin da ku hevkariya bi dewleta Tirk re rawestîne.
Li Bernê TCŞ´ê li ber avahiya buroya şirketa tankan Rheinmetallê bi îtaetnekirina sivîl xwest ku tevahiya peymanên firotina sîlehan bi Tirkiyeyê re bên betalkirin. Çalakgeran belgeyên sûcên şer jî li ber deriyê avahiyê danî.
Di maça basketbolê ya di navbera Barcelona û Fenerbahçeyê de temaşekerên Katalan alayên Rojava û TEV-DEM´ê nîşan da; wan piştgiriya xwe bi Berxwedana rûmetê re dan nîşan û xwestin dagirkeriya qirker bê rawestandin.
Li gelek navendên Ewrûpayê çalakiyên îtaetnekirina sivîl ji bo piştgiriya bi Berxwedana rûmetê re û rûreşkirina dagirkeriya qirker a dewleta Tirk hebûn. Li bajarên Elmanyayê Hamburg û Frankfurtê, li bajarê Katalanyayê Barcelonayê û li bajarê Swîsreyê Bernê, ciwanên kurdistanî û înternasyonalîstan bi îtaetnekirina sivîl bal birin ser dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê.
Li bajarê Elmanyayê Hamburgê, ciwanên Kurd di nava ferîboteke ji Landungsbrucken rêwî dibirin Fischmarktê, ji bo rûreşkirina dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li dijî Rojava, çalakiyeke îtaetnekirina sivîl kir.
Ciwanan pêr êvarê ev çalakiya xwe ya li Hamburgê di çarçoveya pêngava “Nehêle” de kir. Ciwanan di ferîbotê de pankarteke li ser nivîsandî “Rojava biparêze” hilgirt û ji rêwiyan û raya giştî xwest beramberî dagirkeriya qirker bêdeng nemînin û zextê li hikûmeta xwe bikin da ku hevkariya bi dewleta Tirk re rawestîne.
Li ber Rheinmetallê çalakiya ji bo Rojava
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li ber avahiya şirketa çêkirina sîleh û tankan a Elman Rheinmetallê ya li bajarê Swîsre Bernê çalakiyeke protestoyî kir. Ev çalakiya hanê jî bê destûra fermî û weke îtaetnekirinasivîl hat lidarxistin.
Aktîvîstên TCŞ´ê û ciwanên înternasyonalîst alayên, YPG-YPJ´ê û posterên Rêber Apo hilgirtin û li ber avahiya buroya Bernê ya Rheinmetallê civiyan. Çalakgeran doza betalkirina tevahiya peymanên firotina sîlehan ên bi dewleta Tirk re kirin. Aktîvîstan dîmenên zarokên ji ber êrişên sûcdarê şerî dewleta Tirk de birîndar bûyî û qetilkirî li ser dovîzan bi cih kirin û ew jî bi devê deriyê şirketê danîn. Çalakgeran bandeke reş jî kişand deriyê şirketê.
Ji Barcelona piştgiriyeke rengorengo
Di maça pêr a basketbolê de ya di navbera tîma Katalan a Barcelonayê û tîma Tirk a Fenerbahçeyê de temaşekerên maçê yên Katalanî alayên Rojava û TEV-DEM´ê nîşan dan û dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li dijî Rojava şermezar kir.
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê jî ji ber hevkariya wê bi dewleta Tirk re komên Elman ên piştgirê Berxwedana Rojava, rengên kesk, sor û zer avêtin avahiya konsolosxaneya Rûs a li bajêr û li erda devê deriyê wê jî nivîsîn “Şer li vir dest pê dike“.
NAVENDA NÛÇEYAN