Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî a Kurd, diyar kir ku çeteyên girêdayî rêxistina El Qaîdê li dijî gelê Rojava komkujiyan pêk tînin û ev yek di rojeva cihanê de ye û wiha gotin: "Wezareta Karên Derve ya Amerîka, Rusya û welatên Ewropa komkujya li Rojava tê jiyîn piştrast kirine û şermezar kirine." Komîteya Amedekar da zanîn ku hinek hêzên li Başûr bi fikara "Gelo ev komkujî pêk hatiya ya na?" nêzî mijarê dibin. Endamên Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî nerazîbûnên xwe yên li hemberî girtina deriyê sînor yê Sêmalka diyar kirin û bang li Serokatiya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kirin da ku demildest deriyê Sêmalka li pêşiya alîkariyên mirovahî veke.
Wê rapor amade bikin
Di encama nirxandinan de, Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî biryar da ku ew ê komîteyekê ji 7 kesan pêk tê bişîne Rojava da ku êrîşên li dijî gelê Kurd tesbît bike. Tê payîn ku komîte wê di rojên pêş de biçe bajarê Dêrikê û dest bi xebatên xwe bikin. Komîteya piştrastkirinê wê encamên xebatên xwe weke rapor pêşkêşî Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî bike.
DÎHA/HEWLER