Li bajarê Hannover ê Almaniyayê jî mitînga piştgiriya bi Rojava re hat li darxistin. Di mitînga ku axivtinên hatîn kirin de hat xwestin ku, gelê Kurd yên li Ewrûpayê dijîn hîn xurtir piştgiriyê bidin gelê Rojava.
Meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Başûrê Almanyayê ve hat amadekirin duh êvarê ji Stasyona Navendî ya Frankfûrtê destpê kir. Meşa bi dirûşma “Rojava biparêze Reber Apo azad bike” pêk hat û bi sedan ciwan beşdar bûn. Ciwanên ku meşiyan li Bockenheîmê mîtîngek lidar xistin. Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Şoreşa Cîhan û Kurdistanê, belavoka ji aiyê Tevgera Ciwanên Kurdistanê ve hatibû amadekirin, hat xwendin. Ciwanan li ser hev dirûşmên “ Bijî Berxwedanan YPG”, “PKK Gel e, Gel li vire” û “Bijî PKK” berz kirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin, alên YPG’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
ANF/FRANKFURT