Karîkaturîstê Îtalî Zero Calcare, ew xêzên xwe yên li ser Kobanê, Cizîr, Sûr û berxwedan jinan, ji bo alîkariya xelkê Efrînê yê koçber bûyî, firotin. Wî ev yek jî weke çalakiyekê bi navê “Dev ji Rojava bernede” li Muzeya Huner a Romayê organîze kir. Berhemên tên firotin wê 3 mehan li muzeyê bên nîşandan. Bi temamî hejmara van berhemên xêzkirî 21 e.
Foritina bi mezatê ya berheman li hola mezin a MAXXI bi rê ve çû. Beriya mezatê li ser navê muzeyê Pietro Barrera peyivî û nûnerê Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê jî agahî derbarê Şoreşa Rojava û rewşa giştî a Kurdistanê de dan. Zero Calcare jî got, nabe Kurd bên ji bîr kirin û nexasim Rojava, û peyama “Divê em li cem Rojava bin” da. Wî wekî din got, ew ê xêzkirin û nivîsandina Kurdan, têkoşîn şû êşên wan dewam bike.
Aktor û derhênerê navdar ê Îtalî Valerio Mastandrea mezat bi rêve bir. Di mezatê de 12 hezar euro dahata bi dest ketî wê ji xelkê Şehba re bê şandin.
ROMA