Hevserokên BDP’ê Selehaddîn Demirtaş û Gultan Kışanak , şaredarê bajarê mezin Osman Baydemir, parlementerên BDP’ê, serokên  BDP’ên navçeyên Amedê û rêxistinên BDP, DTK, serokê giştî yê DDKD’ê Îmam Taşlıel, OSP, Însiyatîfa Azadî, Gruba Diyalog a Dicle-Firat’ê û serokê giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî û nûnerê STK’ê tevl, bûn.

Di nava pankartên ku bi armanca arîkariya ji bo Rojava de ‘şoreşa Rojava, şoreşa azadiyê ye, emê şoreşa xwe pêşkêş bikin”, “ azadiya ji bo Rojava azadiya ji bo hemû Kurdane”, “şoreşa Rojava, şoreşa Rojhilata Navîne” û “em bi rûhê 15’ê Tebaxê xwedî li Rojava derkevîn” bal kişandin. Pankart bi Bedenan ve hatin daliqandin.
Piştre hevserokê BDP’ê Selehattîn Demirtaş axivî, silavên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand girseyê. Demîrtaş got ew şoreşa Rojava silav dike wiha berdewam kir: “ Tekoşîna ku heta roja îro me dimeşand dema ku em dibînîn li Rojava vegûheriye şoreşê. Ji vê jî em keyfxweş dibin. Gelê me yê ku li dijî êrişên faşîstan li berxwe dide û tekoşîn dimeşîne em silav dikîn. Şoreşa ku li Rojava tê kirin tenê xaka Sûriyeyê eleqedar nake. Şoreşa ku li wir tê meşandin şoreşa Amed, Wan û şoreşa meye jî. Ji niha şunda kolan kolan ji bo piştgriya gelê me yê Rojava em dê rûhê şoreşa Rojava jiyan bikîn. Çawa ku heta niha bi derfetên xwe yên heyî  ji me re bi hemû alikariya xwe piştgirî kiribe, em jî dê ji niha şûnde piştgiriyê bidin.”

Kurd bi hêza we ya xweser derbas dibin

Demîrtaş diyar kir ku şoreşa li Rojava di cewherê îradê de derbas dibe û got: “Azadiya li Rojava di îradeya cewherî de derbas dibe. Rojava ji hêza xwe ya cewherî bawer dike ku şoreşê pêk tîne. Yên ku  vê fêm nakin hene. Ez bangî yên ku vê şoreşê fêm nakin dikim. Yên ku îro li hemberî komujiya deng dernaxin, yên ku li vir li Dîlok û cihên din alîkariyê didin wan, wê rojekê hesaba vê yêkê bidin. Yên ku vê yêkê di bin navê “Cihatê” de dikin em wan weke Îslam nabînîn. Ne tenê weke Îslam heta ku em weke mirov jî nabînin. Komên çeteyên ku di bin navê cihadê de li Rojava komujiyan pêk tînin, bila kes xwedî li wan dernekeve. Bila kes ji derve neyê li vir cihadê neke. Ji ber ku ew herêm xaka Kurdên wir bixweye. Kurdistana ku bi salan e tê dagirkirin, êdî ne Kurdistana berê ye."

Şoreşa Rojava azadiya gelan e

Demirtaş ku anî ziman şoreşa Rojava rizgariya azadiya hemû gelane û wiha berdewam kir: “ Ez bangî hemû Kurdistaniyan dikim. Êdî dema piştgiriya hîn bi hêztire ji bo Rojava hatiye. Piştgirî tenê bi xwarin û derman çênabe. Li wir ji bo me rûhê xwe didin. Xwîna xwe dirijînin. Em jî pêwiste vê tekoşînê di her kêliyê de di hundirê xwe de jiyan bikin û tekoşîn bikin. Kes nikar sînoran bixe navbera me. Em sînoran qebul nakîn. Ez silavan ji bo Rojava dişînim.” 

AMED