Ev gûhertin ne ji ber wijdan û nirxên însanetiyê bûn, ji cûzdan û berjewendî wan bûn. Berê jî bê wijdan bûn, niha jî her ûsa. Berê jî ji ber berjewendiyên xwe tevdigeriyan, niha jî.
Ev dostên kevn ên Esad û dostên nû yên ‘Birayên Misilman (Exvanî Muslîmîn)“ berê li Tûnisê civiyan û dawiya meha Adarê jî li Stanbolê hatin gel hev.
Berî civina ‘Dostên Sûriyeyê’ Konseya Netewî ya Sûriyeyê civiya û delegasyonek, heyetek ji Encûmena Netewî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) jî beşdarî vê civînê bû. Lê hêviya delegasyona Kurd bicîh nehat û daxwazan wan nehatin qebûlkirin. „Mêvanên bê dawet“ mecbûr man dawetê biterkînin, stûxar û mehçûb şûnda wegeriyan. Bo çi çûn û bo çi civîna Konseya Netewî ya Sûriyeyê ku di bin siwana Tirkiyeyê de pêk hat, terk kirin, hewceyî dahurandinê ye:
- Tirkiye ne tenê dijminê PKK, alîgir û dostên PKK’ê ye. Tirkiyeyê û hikûmeta Erdogan dijminê hemû Kurda ne, dijminên hemû însanên ku ji wan bêhna Kurdîtiyê tê ne. Ev hesab ne ji Bexdayê lê belê ji Stanbolê vegeriya û carek din jî piştrast bû.
- Ger di navbêrê de Tirkiyeyê nebûya, ihtimalek hebû ku ‘Dostên Sûriyeyê’ û ‘Konseya Netewî ya Sûriyeyê’ daxwazên Kurdan qebûl bikin. Lê Tirkiyeyê rê neda ku ev ihtîmal bicîh were.
- Sûriyeyê serûbin bûye. Muxalifên Esad ne bi hêz in. Yên ku li Sûriyeyê herî rêxistin kirî, serhev in Kurd in. Kurd li ser xaka xwe bi organize ne.
- Heya ku Kurd ji hevûdû cûda bin, ji hevûdu dûr bisekinin, îhtimal heye ku neyarên Kurdan tev bidin û hewl bidin ku Kurdan li dijî hevûdu bikarbînin. Heya ku ENKS û PYD neyên ba hev û bi hevre eniyek, bereyek ava nekin, nikarin yek bi yek para xwe ji Sûriyeyê ya nû werbigrin; ne otonomî an jî xweserî, ne jî sistemek federal û desentral bidest bixin.
- Rejima Baasê îro li rojavayê Kurdistanê li qereqol û baregehên leşkerî de girtî ye. Kurdistan di bin kontrola hêzên welatparêz de ye. Ji ber ku Kurdistan di bin kontrola hêzên Kurd de ye û Kurd dijî rejimê şerê çekdarî nakin, Kurdistan aram e, nebû qada şer û pêvçûnan. Ev jî neyarên Kurdan diêşîne, bêzar dike. Gengaze ku di rojên pêş de neyarên Kurdan destên xwe yên qirêj dirêjî Kurdistanê bikin û hinek provakasyonan pêk bînin. Ev dikarin erişî ser baregehên leşkerî bikin û bixin stûyê Kurdan, da ku rejima Baasê êrişî ser gelê Kurd bike, berê tank û topên xwe bide bajarên Kurdistan. Ev nebû, dikarin êrişî grubek ji hêzên Kurd bikin û vê bavêjin ser stûyê kom an hêzeke din. Bona pêşîgirtina wan provakasonan jî bere, enî an jî hevkariyek hêzên Kurd her hewce û pêwiste.
- Hewce û şert e ku Kurd li her alî de haziriya xwe bikin. Ne tenê ji alî siyasî de, her ûsa ji aliyê parastinê de jî. Roj hat û êrişek hat ser bajar û gûndên Kurdistanê, pêwiste Kurd xwe û welatê xwe biparêzin. Bona vê jî ne suc e ku hinek ji hêzên Kurdan bi çek bin, xwedî hêza parastinê bin. Kurdên ku li dijî ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’ ku kes nizane, kî ne û çi dikin, dengê xwe nakin û gotinek negatif nabêjîn, pêwiste bo hêz û partiyên Kurdan ku hêzek parastinê amade kirine, jî nekin.
Dema di Adara 1991’an de Ranya hat rizgarkirin, kesî negot çima YNK Ranya bi peşmergeyên xwe qontrol dike. Dema Zaxo û Dûhok ket bin qontrola PDK, kesî dengê xwe dernexist û negot çima PDK dest daniye ser wan bajaran. Ev hewce, rast û di cih de bûn. Partiyên me xwedî li xak û welatê xwe derketin û rizgar kirin.
Pêwiste hêzên Kurd li dijî hêzên çekdar ya PYD dernekevin. Em partiyên din ku ne xwedî hêzên çekdar in, rexne bikin, da ku ev jî haziriya xwe bo rojên pêş bikin û dem hat, xwe û xaka xwe biparêzin.
- Dîsa pêwiste ku hêzên Kurd bi eşkere xwedî li maf û azadiyên gel û baweriyên din li Kurdistanê derkevin û bo Ermeniyan, Asûriyan û Erebên Kurdistanê re bibin sîwan.
- Tirkiyeyê bi her awayî hewl dide ku pêşiya Kurdên Rojava bigire. Ev dizane ku niha deriyê Kurdistanê li Rojava vedibe. Tirkiyeyê dizane ku ger PDK û PKK destên xwe dirêjî hev bikin û li Rojava bi hevra beşewirin, bixebitin, Rojavayê Kurdistan wê bibe xwedî statû û ev jî xewa serdestên Tirk direvîne. Pêwiste hemû hêzên welatparêz hewl bidin ku ev herdu hêzên sereke li Rojava bi hevra bixebitin û listikên dewleta Tirk pûç bikin.
- Dîsa Tirkiyeyê dixwaze ku li rojavayê Kurdistan mintiqayên, heremên parastinê ya tampon avabike û bigre bin kontrola xwe. Plan bo 20 km kûrahî hatiye amadekirin. Dema ku ev plan bê bicihanîn, wê gavê piraniya axa rojavayê Kurdistanê dikeve bin qontrola dewleta Tirk. pêwiste hemû hêzên welatparêz, bi taybetî jî PDK dijî vê plana Tirkiyeyê derkeve û di alî diplamasiyê de nerazîbûna xwe eşkere bike.
- Êdî dem hatiye û derbas dibe. Gel rabûye ser piyan û bo mafên xwe yên bingehîn li qadane. Dem dema azadiyê ye. Dem dema rizgariya Kurdistanê ye. Bona vê jî xeynî bilindkirina sembol û nîşaneyên partî û hêzan, bilindkirina sembol û nîşaneyên netewî û niştîmanî divê. Dem hatiye ku PYD û partiyên din di bin Ala Rengîn de hêzên xwe bikin yek û li erkên xwe yên demî xwedî derkevin.
Gotina dawî ya Muhammed Riyad el Şakfa ku Serokê rêxistina Birayên Misulman e: “Hinek daxwazên Kurdan hene, lê ev ji yên pêkwerin gelekî zêdetir in. Em amadene ku hemû mafên wan bidin û didin. Daxwazên otonomî yên hin grûban hene û van daxwazana jî wê Sûriyeyê ber bi perçebûnê ve bibin. Lê ev ne nerîna hemû Kurdan e. Niha serjimarek pir girîng ya Kurdan di Meclisa me ya Millî de tên temsîlkirin.” (NetKurd, 7.4.2012)
Gotinên Serokê Birayên Misulman û ya Erdogan wek hev in. Erdogan jî heman tiştî dibêje: „Me mafên Kurdan daye û didin jî. Mafê xweserî, otonomî an jî federalî nabe, zimanê Kurdî nabe zimanê fermî û hwd.“
Ger Kurd ji wan gotinên Serokê Birayên Misulman ku hên nehatiye ser hukim, dersan dernexin û bi yek dengî dernekevin pêşberî raya giştî, wê wenda bikin. Bona ku Kurd wenda nekin û bigêhêjin mafên xwe, pêwistî bi hevkarî, danûstandin û konseptek netewî heye!
MEMO ŞAHİN
Ji bo rojavayê Kurdistanê pêwistiya konsepteke nû