Endamê Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya KCK'ê Serhed Varto: Em bi berxwedan û rêxistinbûna xwe, li qadên siyasî, eskerî û dîplomatîk têkoşîna xwe xurt dikin. Lê belê, bi vî rengî em dikarin vê konseptê bişikînin.

Serhed Varto, bû mêvanê Bernameya Rojeva Welat û pirsên nûçegihan Enes Yildiz bersivandin. Varto ji bo rewşa dawî û êrişên li dijî PKK´ê got, “Biryara Emerîkayê ya li dijî sê pêşengên me, biryareke cidî ye. Wek hin derdor şîrove dikin û dibêjin, ji bo dilê Tirkan xweş bikin ev biryar hatiye dayîn, lê ne wisa ye. Ev biryar biryareke wisa ye ku dîroka wê heye û girêdayî konsepteke giştî ye. Heger em Kurd li hemberî vê biryarê nesekinin, wê di demên pêş de biryarên hîn xeteretir li ser tevgera azadiyê bên dayîn. Ev konsept di esasê çarçoveya mudaxeleya Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn de ye.

PKK wexta ku derket holê, ev lîstik (a statukoyê bi tinekirina Kurdan) pûç kir. Ji ber ku ev lîstok pûç kir, PKK bû hedef. Bala xwe bidinê, di salên 1997-98’an de sloganek bi pêş xistin ‘Gotin ji APO re na, ji PKK’ê re erê’. Çima? Ji ber ku Rêber Apo ev lîstik pûç kir. Beriya wê jî digotin ‘Ji Kurdistanê re erê , ji PKK’ê re na.’ Piştre PKK’ê ev lîstik pûç kir. Sîstema navdewletî pêwîst dît ku bi komployeke navneteweyî Rêber Apo dîl bigire. Careke din ev siyaset hat pûçkirin. Ji ber wê jî îro di şexsê van her sê hevalên me de, di esasê xwe de tevgera PKK’ê bi giştî dibe hedef. Dixwazin PKK’ê tasfiye bikin. PKK jî destûrê nade van lîstikan. Wekî berê, ev hêz nikarin Kurdan li gorî dilê xwe bi kar bînin.”

Bi dagirkeran nexapin

Varto, diyar kir ku di vê konseptê de Emerîka ne tenê ye û di vê konseptê de rola hin hêzên Kurd jî heye: “Lê ev konseptek e, aliyekî vê konseptê Emerîka dimeşîne, aliyê din jî hin hêzên Kurd ji vê konseptê hêvî dikin û di nav vê konseptê de cih digirin. Mînak PDK di serî de di nav vê konseptê de ye. PDK di avabûna xwe de xwe wekî xwediyê Kurdistanê dibîne, dibêje, heger Kurdistan hebe, bila ya min be. Heger nebe, bila di destê dagirkeran de be. Heta niha PDK bûye parçeyek ji konsepta li hemberî destketiyên gelê Kurd. Ne tenê PDK niha di van demên dawîn de di nav YNK’ê de jî nêzîkatiyên wisa bi pêş dikevin. Nexasim, bi girtina saziyên Tevgera Azadiyê, ev jî derdixe holê ku, ew jî di heman çarçoveyê de ne. Di sala 1966´an de rehmetî Mam Celal Talabanî û rehmetî Îbrahîm Ehmed ji ber xeta xwe ya demokratîk û welatparêz ji PDK’ê cuda bûn. Ji ber vê jî YNK di destpêkê têkiliya xwe bi PKK’ê re çêkir. Niha em mêze dikin bi van êrîşan ve YNK jî heta astekê ketiye nav vê konseptê û ew jî bi van êrişan re hêvî dike ku hinek tişt bikeve destê wê. Lazim e YNK jî PDK jî vê baş zanibin, bibînin û dîrok jî vê yekê îsbat dike ku tişta ku hiştiye peywendiyên PDK û YNK’ê jî bi Tirkiyeyê re bi pêş bikevin, PKK ye. Heger PKK nebe, ne Tirkiye ewqasî bi PDK’re peywendî pêş dixistin ne jî bi YNK’ê re ewqas peywendî bi pêş dixistin. Heger bi rastî vê îmkanê ji bo berjewendiyên Kurdan bi kar bînin, wê demê li hemberî Tirkiyeyê hîn sekneke demokratîk û neteweyî dikarin nîşan bidin. Divê baş zanibin lawazbûna PKK’ê wan xurt nake. Lewazbûna PKK’ê, YNK û PDK’ê jî lawaz dike. Heta YNK’ê hîn zêdetir lawaz dike.

Yekîtî yekane rûya pûçkirina êrişê ye

Dema ku PKK xurt be, ew jî xurt dibin. PDK jî YNK jî pir basît û erzan tevdigerin. Mînak di vê dema dawîn de êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê jî encamê heman siyasetê ye. Çi dikin? PDK aliyek bi destên kesên girêdayî wan yên wek Heyder Şeşo, Qasim Şeşo dibêjin ku PKK li Şengalê ye. Adeta ji Tirkiyeyê re dibêjin werin li Şengalê bidin. Gelo zarokên Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve werin qetilkirin wê çi bikeve destê Heyder Şeşo, Qasim Şeşo û PDK’ê? Dema ku DAÎŞ’ê êrîşê Şengalê kir, gelê Êzîdî qetil kir kî çû hawara Şengalê?

Yanî divê êdî hemû hêzên Kurd dest ji vê siyaseta teng berdin. “

Tenê bi kêra DAIŞ´ê bê

Varto, hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi bîr xist û hemû hêzên di Sûriyeyê de wiha şiyar kir: “Di destpêkê de girêdanbûna Tirkiye û DAIŞ’ê bi hev re heye. Tirkiye esas destpêkê siyaseta xwe li ser DAIŞ’ê da meşand. Ev êrişên ku Tirkiye dike ji bo ku DAIŞ nefesê bistîne ye. Lê li aliyên din, êrişên Tirkan ne tenê ji bo zindîbûna DAIŞ’ê ne.

Di vê rewşê de xeter heye ku DAIŞ hin heremên din dîsa têxe destê xwe. Ji bo vê jî ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke krîtîk e. Hem ji bo Rûsya, Îran û rejîmê hem jî ji bo Emerîkayê rewşeke krîtîk e. Di vir de pêngaveke çawa were bipêşxistin û encamên wê, wê çawa bin, pirr ne zelal e. Ji bo wê jî divê herkes li ser vê planê baş bifikire."

 

NAVENDA NÛÇEYAN