Di nava şagirtên ku beşdarî dewreyê bûn Serokê Desteya karûbarên Şehîdan a Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, Serokê Desteya  Parastinê Ebdil Kerîm Sarûxan, Cîgirê  Serokê Desteya Zimhêrê Tewfîq Tahir û Rêvebera buroya ragihandinê ya Desteya Karûbarên Şehîdan Solîn Mihemed Emîn jî  hene. 

Merasîma vekirina dewreyê bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştre mamosteyê zimanê kurdî berpirsê dewreyê Rêzan Hemo axivî û balişand  ser siyasetên pişaftina zimanê kurdî ku ji aliyê dewletên herêmî û navnetewî li ser gelê kurd hatin meşandin. 

Hemo destnîşan kir ku zimanê gelekî nasnameyê wî gelî ye û got ku ziman hîmê serek yê hebûna çand, nasname û xwe naskirina mirovan e.Wê dewre 2 mehan dom bike û wê şagirt waneyên asta yekmîn ji rêzimanê zimanê kurdî bibînin. 


 QAMIŞLO