Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (NY), di sala 2020’an û salên bê de wê gelek karesatên avhewayê rû bidin. Germahiya ji ber belavkirina gaza serayê wê rê li ber vê rewşê veke.
Daneyên WMO’yê nîşan didin ku salên navbera 2010 û 2019’an dema herî germ a ser rûyê erdê bû. WMO her wiha daneyên saziya analîza guhertina avhewayê ya Ewrûpayê (Copernîcûs) jî piştrast dike. Di van daneyan de hatibû destnîşankirin ku sala 2019’an piştî sala 2016’an sala duyemîn a herî germ a cîhanê ye.
Di daneyên WMO de tê dîtin ku li gorî sedsala 19’an zêdebûna germahiyê di sala 2019’an de bi rêjeya 1.1 pileyî gihîştiye asta rekorê. Her wiha ji sala 1980’î û vir ve her pêvajoya ji 10 salan li gorî ya beriya xwe bêhtir germ bûye.
Sekreterê Giştî yê WMO’yê Petterî Taalas der barê mijarê axivî û anî ziman ku ji ber germahiyê bi taybetî ew li bendê ne di sala 2020’an de gelek fenomenên hewayê rû bidin. Taalas destnîşan kir ku gaza bi bandora serayê ya li atmosferê kom bûne sedema vê yekê ne.
Taalas şewata li Awûstralyayê weke mînak nîşan da û bi bîr xist ku Awûstralyayê sala herî germ û ziwa li pey xwe hişt.
NAVENDA NÛÇEYAN