Ebdo diyar kir ku di çalakiyên Mîhrîcanê de pêşandanên cihêreng hatin pêşkêşkirin û got, ev yek zemînê xurt ê şanoya rasteqîn li Rojava û nexasim li Kantona Efrînê ava dike. Hozan destnîşan kir ku Mîhrîcana Mîtan ji bo ronesansa şanoyê li Kantona Efrînê destpêkeke xurt e û wiha ev rewş rave kir: “Ji bo şanogerî bi pêş bikeve divê li ser kar û tabloyên hunerî şanogerî yên cur bi cur xebat werin kirin. Pêwîst e ku tecrûbeya ji şanogeriya Sûriyeyê ya rengê bazirganiyê li ser serwer e û ji rastiya xwe dûrketiye, bigire.”
Piştgirî lazim e
Derhêner Hozan Ebdo da zanîn ku vedîtina şanoyê li Kantona Efrînê gaveke erênî ye û bi taybet di nava beşdaran de jêhatîbûneke hunerî heye û got “Divê ji pêşxistina şanoyê li Efrînê da ku bigihêje asta bilind ji şanoya cîhanê piştgirî bê girtin.”
Hozan Ebdo kî ye?
Derhênerê Kurd Hozan Ebdo ji Efrînê ye û xwendina beşê sînema di peymangeha Rûsî de qedandiye û beşdarî gelek çalakiyên hunerî li ser asta festîvalên sînema yên cuda cuda bûye. Wî di beşdar bûna xwe ya çalakiyan de xelat wergirtine û gelek şano li ser dikên peymangeha Rûsî pêşkêş kirine. Yek ji berhemên wî fîlmê bi navê “Leyla” ye.
ANHA/EFRÎN