Li ber dibistana şehîd Denîz Firat ji aliyê mamoste û xwendevanên dibistana navîn a şehîd Jiyan û şehîd Denîz Fîrat de ji bo salvegera komkujiya parîsê de daxûyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxûyanî ji aliyê Mamoste Zeynep Kara ve hat xwendin. Di daxûyaniyê de hat diyar kirin ku hê ji roja destpêkê ve diyar bû ku ev komkujiya kirêt di asta navneteweyî de hatiye plankirin û pêşxistin û daxuyanî wiha berwam kir; “Îro em salvegera duyem ya komkujiya Parîsê li pey xwe dihêlin. Du sal beriya niha di roja 9’ê Çileya sala 2013’an de sê jinên şoreşger, sê tekoşerên mezin li paytaxta Fransa Parîsê, di buroya enformasyon a Kurdistanê de bi hovîtî hatin qetilkirin. Em weke hemû mamoste û xwandekarên, dibistanên wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî, hêzên kujer ên ku ev hovîtî plankirî û pêkanî şermezar dikin.”

Têkoşîna wan dê xurttir bibe

Kara wiha dewam kir: “Me di vê komkujiya kirêt de rêhevala Sara(Sakîne Cansiz), Rojbîn(Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) wenda kir. Rêhevala Sara di meşa xwe ya tekoşîna 40 salan de li dijî hişmendiya serdest a dagirker, li dijî erîşkariyên zayendperest bû sembola tekoşîn û berxwedaniya jinên kurd. Jandarka kurdan Sara ku di mercên 12’ê Îlonê de bi berxwedêriya xwe êşkencekar binxist, mîna meşvana herî wêrek û bi biryar navê xwe bi tîpên zêrîn, di dîroka tekoşîna Kurdê azad de nivîsandin. Kesayeta Rêhevala Sara, feraseta wê ya jiyanê, sekna wê ya bi vîn meşa wê ya bi biryar evîna wê ya mezin ya bi Rêber Apo û azadiya kurdistanê reng û nasnameya tekoşîna azadiyê ava kir. Lewma dîroka tekoşîna Sara bû dîroka tekoşîna azadiya jinê.” 


Li Enqere hat pîlan kirin

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku tevahiya Cîhan ev yek dît ku navenda plankirina vê komkujiyê Engere ye. Daxuyanî wiha dewam kir: “ Di gel ku belgeyê heyî gelek zelalbûn, lê hikûmeta Fransayê heya niha jî bêdengiya xwe parastiye.

ROJ NEWS/MEXMÛR