Ji bo di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de heman encamê wernegire, HDP li Kolnê bi ruhê seferberiyê dixebite. Der barê xebatên li Kolnê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê Îmam Can têkildarî xebatên tên meşandin axifî.Can anî ziman ku wan Koln kirine 9 herêm û got, „Li her herêmekê, wê 10 heval bi giştî 90 heval di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de amade bin. Dema li vê hejmarê endamên FEDA, AABF, DÎDF, ADHK û Yaşanacak Dunya were zêdekirin hingî wê 140 kes di nava 18 rojan de wezîfedar bin. Bonn li derveyî vê hejmarê ye. Her wiha 30 kes ji me jî, wê ji bo bersivdayîna li pêdiviyên rojane, timî li wir amade bin. Di civîna dawî ya bi pêkhateyên xwe re, agahî hat dayîn ku hejmara hilbijêrên me xwe gihandiyê 10 hezar 241 e. Ev hejmar kêmî bendewariyên me ye. Ji bo zêdekirina vê hejmarê, xebatên me hînê dewam dikin. Em dixwazin li Kolnê xwe bigihînin 15 hezar hilbijêran. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de me xwe negihand armanca xwe. Lê belê ev yek ji bo me bû tecrûbe.“


Ji Konca bang

Wezîrê berê yê Yekîtiya Ewropayê parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Alî Haydar Konca, ku ji bo hin hevdîtinan li bajarê Elmanya Kolnê ye, ji bo dengdayîna di 8’ê Cotmehê de li Ewropayê destpê bike, banga seferberiyê li gel kir. Parlamenterê HDP’ê Konca bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropayê û bang li hilbijêran kir, ku dengê xwe bi kar bînin.


Ji Elewiyan li Kîelê piştgirî

Li Komeleya Elewiyan a li bajarê Elmanya Kîelê ji bo HDP’ê panela piştgiriyê hat lidarxistin. Di panelê de Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç û Parlamenterê HDP’ê Tûrgût Oker amade bûn.Der barê xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê de agahî da. Koç destnîşan kir ku divê di dema pêş de xurttir xebat bên meşandin. HDP’ê re derfetê temsîlê dîtine û got, „Ji bo em bibin deng, guh û pêşeroja Elewiyan em careke din tevlî hilbijartinê dibin. Em ê bi nasnameya xwe ya Elewiyan li Meclîsê cih bigirin.“ 


Li Parîsê xebatên berfireh

Beriya destpêkirina dengdayîna li Fransayê, xebatên ji bo hilbijartinê yên li Parîs û derdora wê zêde bûn. Di vê çarçoveyê de, li ser çawaniya bikaranîna dengan û cihê dengdayînê, 11 hezar nameyên ji agahiyên teknîkî, ji 11 hezar navnîşanên li gelemperiya vî welatî re hatin şandin. Berdevkê Koordînasyona HDP’ê ya Hilbijartinê ya Fransayê, diyar kir ku ew dixwazin bi vê yekê xwe bigihînin 30 hezar hilbijêrên li gelemperiya Fransayê.Ji bo muşahîdên HDP’yî yên li Konsolosxaneya Parîsê wezîfedar bibin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê civîna perwerdeyê hat lidarxistin.


Li Rojavayê Fransayê dengvedana HDP’ê

Li dû panelên hilbijartinê yên li bajarên Lorîent û Nantesê, bi beşdariyeke xurt li Rennesê panelek bi heman mijarê hat lidarxistin.

Di panela li Navenda Civaka Demokratîk a Rennesê de, ku Parlamentera Stenbolê Huda Kaya amade bû, hat destnîşankirin ku HDP wê li rojavayê Fransayê bibe partiya yekemîn.  Kaya anî ziman ku dengên ji Ewropayê, ji bo HDP’ê xwedî girîngiyeke mezin in û destnîşan kir, ku yekane partiya dikare rejîma AKP’ê ya dîktatoryal têk bibe, HDP ye.  


 NAVENDA NÛÇEYAN